Gelek hiqûqnasên navneteweyî tevlî konferasna BDP'ê ya dawiya hefteyê li Stenbolê lidar xistin bûn. Ji wan yek parlementerê Partiya Çep a Elman yê berê û Pisporê Hiqûqê yê Navneteweyî Prof. Dr. Norman Peach û ji Komeleya Parêzerên Ewropayê yê Îtalî Prz. Sîmonetta Crîscî jî tevlî konferansê bûn û têkildarî tecrîda giran a 6 mehin li ser Rêberê PKK'ê tê meşandin daxuyanî dan.

Peach: Rêya bi tenê  diyalog e
Prof. Dr. Norman Peach, diyar kir ku wî berê li Suriyê û piştre jî li Romayê bi Ocalan re hevdîtin kir. Peach, anî ziman ku ji damezirandê heye, niha di stratejiya PKK'ê de guherîn çêbûne û wiha axivî: "Divê guherîna stratejiya PKK'ê û Ocalan bi taybet ji dewletên rojavayê re bê vegotin û bidin fêmkirin. Berê PKK'ê ji bo serxwebûnê şer dikir. Piştre biryara di nav sînorên Tirkiyê de çareseriyeke demokratîk çêbibe girtin û guherînek wisa nîşandan. Berê yên riya şer esas digirtin niha jî ji bo çareseriyê rê û rêbazên aştî û demokrasiyê bikar tînin. Vana piştre ji bo diyalogê dest bi xebatê kirin. Hêza gerîla dê weke hêza parastina rewa maba. Lewma divê guherîn di PKK'ê de em ji welatên rojavayê re bibêjin." Peach, anî ziman ku tenê rêyek heye ew jî "riya diyaloga demokratîk" e û wiha axivî: "Pirgirêkên Kurd û tirkan bi riyên diyalogê yên demokratîk dê bên çareserkirin. Ez bawer dikim ku heye niha gelek rê nehatine ceribandin. Divê riyên polîtîkî teqez bên ceribandin."

'Faktora herî gîrîng e'

Peach pirsa "Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan" wiha bersivand: "Ez bawer dikim ku rola Ocalan di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Lewma divê şertên wî yên barbar û gelek giran teqez bên guherîn û bên başkirin. Divê rêberiya tevgerên civakî bike. Bêguman ev kes jî Ocalan û rêberê Tevgera Gelê Kurd e. Di vê mijarê de Ocalan mifte ye. Ji ber vê yekê rola Ocalan hem ji bo Tirkiye hem jî bo tevgera Kurd gelek girîng e. Ocalan faktora herî girîng a di navbera her du aliyan de ye."

'Di şertên azad de de dikare rol bilîze'
Peach, bal kişand ser tecrîda 6 mehin li ser Ocalan tê meşandin û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan bi salane di hundir de ye û gelek caran rastî îzolasyonê hat. Ev rêbez tenê ji bo ku wî di bin zextan de bigirin pêk nayê. Dixwazin rola wî ya siyasî bişkênin, diyaloga wî tevgerê bişkênin û hêz tevgerê qut bikin. Ev yek li dijî hiqûqê ye û îlegal e. Divê li dijî Tirkiyeyê zext pêk bên. Divê ev zext tenê ji bo şertên girtî sererast bikin pêk neyê. Divê ji bo di qada nevneteweyî û qda hiqûqî de bên qebûlkirin. Ji ber ku ev kes faktorê herî girîng ên di navbera tirk û Kurdan peymanek bê ye. Di be ku rola xwe di şertên azad de bilîze."

'Divê piştgiriya navneteweyî pêş bikeve'
Prz. Sîmonetta Crîscî, jî diyar kir ku li îtalyayê agahiya wan bi pirsgirêka Kurd heye. Crîscî, anî ziman ku li bajarên Roma û Mîlanoyê ji bo azadiya Ocalan wan gelek çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Crîscî, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan pêk tê da û wiha got: "Îzolasyona li dijî Ocalan pêktê pirsgirêkê çaresernake. Jixwe pirsgirêk îzolasyona Ocalan nîn e. Pirsgirêk, pirsgirêka Kurd e. Em divê li Tirkiyeyê, em ê çawa operasyonan bidin rawestandin biryarekê bigirin. Ji bo operasyon bên rawestandin em ê çbikin divê em biryarekê bigirin." Crîscî, da zanîn ku îzolasyona li dijî Ocalan pêk tê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha axivî: "Pirsgirêk piştevaniya navneteweyî ye. Ez weke nûnerê Komeleya Parezerên Ewropayê li vir im û ji bo piştgiriyê bidim gelê Kurd li vir im. Ez ji bo azadiya Ocalan bixwazim û li dijî îzolasyona li ser Ocalan bertekan nîşan bidim li vir im. Em dizanin çi li Îmraliyê pêk tên. Lê em dizanin ku azadiya Ocalan bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye."
Crîscî, bilêv kir ku ew ê di 25'ê gulanê de li Brukselê konferasna "Mafên dijmin" li dar bixin û wiha axivî: "Ji ber ku li gorî hikûmetan dijmin hene. Em ê di vê çarçoveyê de Ocalan û tecrîdê jî nîqaş bikin. Em li çar aliyê cîhanê bi Ocalan re ne."

DÎHA/STENBOL