
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi Serokê Parlamentoya Ewrûpa Martîn Schûlz re civiya, pirsên kedkarên çapemeniyê bersivandin. Demîrtaş diyar kir ku derbarê girtina partiya wan de hind bihîstinên wan hene û wiha dewam kir; “Têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne. Eger pêvajoyek aştiyê jî dest pê bike, divê bê fikirandin ku wê çawa çavdêriyek fermî bê avakirin.”
Piştî Başûr serdana PE yê kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgirê Hevserokê Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Cîgira Hevseroka Berpirsa Ji Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar wek vexwendiyê fermî yê Serokê Parlamentoya Ewrûpayê (PE) Martîn Schûlz hatin paytexta Belçîka Brukselê. Heyeta HDP’ê wê domahiya 2 rojan di nav hevdîtinan de bin. Wek tê zanîn şandeya HDP ê bi qasî hefteyekê li Başûrê Kurdistanê danûstandinan li gel partî, sazî û rêxistinên cûrbicûr yên Kurd re kiribûn.
Heyeta HDP’ê danê duh sibehê bi Serokê PE Martîn Schûltz re ji çapemeniyê re girtî civiyan. Demîrtaş piştî civînê pirsên çapemeniyê bersivandin, diyar kir ku HDP’e partiyeke ku li Ewropayê ber bi çav e û cîdî tê girtin. Demîrtaş destnîşan kir ku siyasetek bêalî dimeşînin, ne mîna Erdogan û AKP’ê civakê manîpule dikin.
‘PE dikare gelek tiştên din bike’
Demîrtaş anî ziman ku PE bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û got; “Bi taybet jî piştî hewldana cuntayê ya 15’ê Tîrmehê, PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Bawer im demek nêz wê heyeta raportor a Tirkiyeyê serdanekê bike û di cih de jî rewşê bişopîne. Di nav tevahî saziyên Ewrûpa de PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, bi baldarî hewl dide fêm bike. PE ne mîna Konsey û saziyên din ên YE ê ne, hê hestiyartir e, tespîtan dike û mudaxeleyan pêş dixe. Lê, em dixwazin ev hîn şênbertir bibin. Mesele, têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne. Eger pêvajoyek aştiyê jî dest pê bike, divê bê fikrandin ku wê çawa çavdêriyeke fermî bê avakirin.”
Demîrtaş bi lêv kir ku ji şerê li Tirkiyeyê Erdogan û AKP’e berpirs in, wiha pê de çû; “Ev stratejiya şer a Erdogan hem Tirkiye hem Sûriye, Irak û herêmên Kurdistanê bêîstîqrar dike. Ev bêîstîqrarî li Ewrûpayê wek pirsgirêka ewlehiyê û krîza penaberan derdikeve pêş. Çareseriya tevahî pirsgirêkan jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”
‘Em rênadin dînîtiyan´
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Qeyûm danîn ser şaredariyên me û hevşaredarên me girtin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek 165 roj in girtî ye û derneketiye pêşberî darazê, ev jî nîşan dide ku heta di eniya demokrasiyê de berxwedaneke mezin dernekeve wê Tirkiye herikandina xwe ya ber bi karesatê bidomîne. Ev tevahî dînitî ne, peyama me jî ev e; asta zextên li dijî me çi dibin bila bibin em ê ti gavan bi paş ve navêjin. Tirkiye, li gel daraz û girtinan, dikare heta înfazên siyasî jî biçe. Em li ser esasê demokrasî û azadiyê ne, em ê ji pîvanên xwe dûr nekevin.
Pêşîgirtina van dînitiyan jî refleks û bertekên civakê ne. Ez careke din li vir bang li gelê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê dikim, em rê nedin van dînitiyan.”
BRUKSEL