Li Efrînê 4 sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin. Wekî din hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê daran û zeviyan dişewitîne.

Çavkaniyekî ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re ragihand ku komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 2 roj berê 4 welatiyên gund revandin û heta niha ti agahî ji wan nehatiye girtin. Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin ev in: Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23). Çavkanî diyar kir ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk piştî Xalid Hisên Mustefa revandin erebeya wî birin.

Dewleta Tirk li Efrînê zeviyan dişewitîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel zilma li gelê Efrînê niha jî komkujiya sirûştî dike; dexl û dar û berên Efrînê dişewitîne. Ji şevê dî ve dewleta Tirk û çeteyên wê li gundên li Meydankê û Racoyê, li gundê Meydan Ekbezê û li Bilbilê jî li gundê Zahre û Şengalî erd û darên Efrîniyan dişewitînin.

Bi qest wisa dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji 20’ê Çile ya 2018’an tevgera dagirkirinê ve, komkujiyan dike, tecawizî mirovan dike, mirovan direvîne, fîdyeyê ji wan distîne û her wiha komkujiya dîrokê û sirûştê jî dike. Di encama bombekirinên bi balafirên şer ê Tirk û tangan gelek avahî, berhemên dîrokî hatine şewitanin û hilweşadnin, bi deh hezaran donim erd şewitî ne. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn dar û dexlên gelê Efrînê dişewitîne.

EFRÎN