Tîmên Taybet ên Tirk ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk ê 24 salî li taxa Dîcleyê ya Şirnexê pêşî birîndar kir û paşê jî înfaz kiri. Şahidên bûyerê înfazkirina Bîrlîk piştrast kir, got, Bîrlîk birîndar kirin û li ber çavên me ew înfaz kirin. Şahidan da xuyakirin ku piştî înfazê tîmên taybet pê li serê Birlik kir û wênê girtin û piştre jî li pişt wesayîta zirxî ya akrebê girê dan. Şahidên bûyerê anîn ziman ku li pey wesayîtê heta ber avahiya Bayindirlikê cenazeyê Birlik bi erdê ve hatiye kaşkirin.

Kedkarê tenduristiyê Menal Geçer ê ku hewl da cenazeyê Bîrlîk bibe nexweşxaneyê, bi êrîşa tîmên taybet re rû bi rû mabû û hatibû binçavkirin. 


 ŞIRNEX