Gava mirov berê xwe dide hunerên vegotinê yên wêjeyî, mirovî dibîne ku çi nezm û çi pexşan, her yek ji wan li gorî şert û mercên serdemê, li gorî hal û rewşa civakê pêk hatine, û helbet ka ferd çi qasî bi “mane” bûye jî di vî warî de diyarker e. Ango bersiva pirsa ka çi qasî serpêhatî, fikr, hizr û mitaleyên ferdan dikarin bibin wêje di heman demê de hin xisletên wêjeyê yên cûreyî jî diyar dike. Di serdemên guherînên hişk ên civakî û siyasî de, em dibînin çawa dibe bila bibe, xwe dana nav meydana wêjeyî yên nenas û nû xwe li cem gelek miletan dide der. Yanî heta hingê çi cûreyê wêjeyî hene, yan hewl didin xwe li “klasîka” xwe bigirin, yan jî xwe li nav meydanên cûreyî yên nû bidin yên ku ji bo wan dest û pî bi wan nebûne.

Ji bilî nezmê, cûreyên pexşanî yên wêjeyê di nava miletên ne rojavayî û wan miletan de ku hoy û mercên pêk hatina romanê li cem wan peyde nebûne, dereng û çelexwarî derketine holê. Bi pêşketina aboriyê û sîstema fînansê ya kapîtalîst, bi ronesans û reformasyonê re û paşê jî bi serdema rohnîbûnê re derketina holê ya ferd weke diyardeyeke civakî ya girîng li rojava û welatên van bûyeran cidî tesîr li wan kir û çarenûsa wan a civakî, siyasî, dîrokî û wêjeyî diyar kir. Şoreşa pîşesaziyê ya ku girseyên mezin ên karker afirandin, çîna navîn a nav bajaran jî bi xurtbûna çerxa dewletê û heman pîşesaziyê pahn bû, fireh bû û cûreyên klasîk ên mîna senaryoyên şanoyan pêre pêre hinek cih dan cûreyekî pexşanê yê nû, ango romanê; roman veguherî yek ji cûreyên herî bi prestîj ên wêjeyî, û ya rastî meydana wêjeyî li bajaran hema bibêje dagir kir. Ev serpêhatiya hanê ya çendsedsalî (nexasim ji sedsala 17’an heta sedsala 20’an) ku li nava van civakan “xwezayî” bû. Lê li pirraniya welatên dinyayê, nexasim jî wan welatên ku nû diketin pêvajoyên avakirina neteweyê de û li wan welatan ku diketin pêvajoyên kolonîbûn yan jî dawî li rewşa kolonîbûnê dianîn, ev pêvajo ewqasî jî xwe nedisipart van şert û mercên civakî, siyasî û aborî yên ji bo pêkhatina cûreyê romanê guncaw. 

Dîsa jî dema em berê xwe didinê, em dibînin ku li seranserê dinyayê miletan xwe li vî cureyî ceribandiye, ango elît û giregirên civak, cimaet û miletan, afirandina vî cureyî ji xwe re erkek hesibandine ji bo “modernkirina” civaka xwe û ji bo nîşana “rewabûna” hebûn û xwebûna civaka xwe. Di vê peywendê de romana Tirk, Ereb û Fars jî bi vî rengî pêk hatine. Herçî romana Kurdî ye, hem ji ber nebûna van şert û mercan û hem jî ji ber qedexeyan, li ser erda xwe demeke dirêj nedikarî şaxên xwe berde. Ango bi ya min li Bakurê Kurdistanê heger qedexeya Kurdî nebûya, hîna di nava salên 60’î de îhtîmala derketina vî cûreyî hebû, lê li şûna wê, nivîskarên Kurd ên ji bakurê Kurdistanê salên 80`yî li derveyî welêt, erê li Swêdê bêhtir xwe li vî cureyî ceribandin. Li vir ez bibêjim, divê mirov Kurdên Sovyetê û serpêhatiya romannivîsîna wan cihê li bêjingê bixe û paşê gotinên xwe li ser bibêje. Şert û mercên wan ji yên li Kurdistana mayî, gelekî cihê bûn û heta mirov jixwe ji romanên wir têdigihe ku civaka wan hin şert û mercên “xwezayî” yên pêkhatina vî cûreyî di ser xwe re bihurandine.

Çima behseke wisa dikim, lewma weke pîvana modernbûnê û bipêşketina wêjeyî ya civakê roman timî weke cûreyê, nirxê wê pîvanê bi xwe, derdikeve pêşiya me. Dema wisa dibe jî hem kevinbûna wê û hem jî pirrbûna wê di warê hejmarê de tên minaqeşekirin; lê belê xurtbûna sêwirandin û avakirina wê, xurtbûna naverok û mijarên wê talî dibin. Halbûkî mirov berê xwe bide cûreyên xwe yên vegotinê yên ku kul û keserên civakê, û derd, kerb û mitaleyên ferdên wê bi awayekî adetî vedibêjin, mirov wê karibe biryareke baştir bide li ser bipêşveçûn û xurtiya wêjeya wê civakê; hukmê me wê ji hukmên fêrbûyî yên îdeolojîk safîtir û rewatir bin.

Piştî vê tesbîtê, em dikarin ji bo tevdana bîr, hizr û mitaleyên li ser mijarê bi lome bipirsin, çima sînemaya Kurdî serketîtir e ji romana wê? Çima biqasî ku em dikarin bi kulîsan hunerê xwe bikin, em nikarin bi gotinên li ser reşbelekên vê bikin? Yan jî çima li meydana helbestnivîsînê tu xweliyê bavêjê hewyê nakeve erdê, lê li meydana romanê çendek in ku hespên xwe dibezînin?