
MURAT ALPAVUT/DUSSELDORF
Nivîskar Soreş Reşî, jiyanan Hecî Buxurciyê ku wekî serhildêrê dawî yê Kurdên Anatoliya Navîn navdar bûyî weke roman vegot.
Hecî Buxurcî nûnerê li Anatoliya Navîn ê rêûresma serhildana Kurdan li dijî siyaseta qirkirinê a dewleta Tirk e. Serhildana wî bi xwe bi neçûna eskeriyê dest pê dike. Piştî wê, çi qas Kurd hebin ku neçin eskeriyê, ji eskeriyê birevin yan jî neheqî li wan bûbe, xwe li wî digirin. Wî ji dewlemendan stend û da feqîran. 17 salan jî qaçaxê dewletê bû.
Dîroka koçberiyên bi darê zorê yên Kurdan ber bi Anatoliya Navîn ve heta bi sedsala 13´an diçe. Lê belê bi komî bicihbûna wan a li van mekanan di sedsla 17´an de çêdibe. Konfederasyonên eşîrî ên mezin ên mîna Reşwan, Canbeg, Şêxbizinî û qebîleyên mîna Mikaîlî, Sewedî, Terikî yên ku li hawîrdora Haymana û Gola Xwê li zozanan bi koçerî diman, di serdema padîşahê Osmanê Mahmut Duyem de zor liwan hat kirin ku bi cih bibin û bibin damanî.
Begino, axano!
Piştî ku Osmaniyan Kurdên li van deveran kontrol kirin, ji bo ku bacê ji van Kurdan bistîne, li Beg û Axayên hevkar geriya. Ev Beg û Axayên ku bi erkên dewletê gurçûpêçkirî bûn, biryara dawî li ser wê yekê didin ka kî wê biçe eskeriyê, ka kî wê çiqas bacê bide.
Kurdên li gundewarên Konya û Enqerê ji ber zexta dewletê û axayan sereqet serîhildayî bûn. Bi Çapanogullariyan re li ser zevî erdên li Kirşehirê şerê desthilatdariyê kirin. Bi ser Konyayê de girtin û Qesra Alaedîn talan kirin. Di rêûresma vê serhildêriyê de Hecî Buxurcî xeleka dawî ya vê zincîrê ye. Bingehên wê yên siyasî nebin jî, serhildana Buxurcî li dijî axayên dewlemend ên herêmê ye.
Tevî ku bi isehî nayê zanîn jî, Buxurcî salên 1890´î li gundê Omeryan ê ser bi Konyayê ji dayik bûye. Şoreş Reşî jî jiyana wî ji bo Romana xwe ya bi Kurdî bijartiye.
Ez şerê Şêx Seîd nakim
Dixwazin Buxurcî di Şerê Cîhanê yê Yekem de bikin esker. Bavê Buxurcî di serdema Komara Tirkiyeyê de jê re dibêje, “Were, teslîmê deletê bibe, ji ber serhildana Rojhilat pêdiviya dewletê bi eskeran heye. Biçe eskeriyê. Dewlet wê te efû bike.”. Li hemberî vê Buxurcî wiha li bavê xwe vedigerîne: “Ez Kurd im, ez naçim Rojhilat û şerê Şêx Seîd û birayên xwe yên Kurd nakim.”
Ne eşqiyayekê asayî ye
Reşî dibêje, Buxurcî ya rastî nûneriya liberrabûna civakî dike û wiha dewam dike: “Di vê serhildanê de serîhildaneke li dijî sîstemê û saziyên wê heye, parastina xizan û bindestan heye. Pê re xisletên eşqiyatiya asayî nînin. Ango ew ji bo berjewendiyên xwe rê nabirre, li ber dewletê ranabe. Ew bêhtir weke nûnerê liberrabûna civakî derdikeve meydanê.”
Serê wî dibirrin
Reşî îşaret pê dike ku Buxurcî dema bi hevalên xwe Xeloyê Delî Pepe û Mistê Tozo re li gundekî Haymanayê yê bi navê Tepekoyuyê ye, di encama giliyekî de, hêzên dewletê dorê li cihê lê dimînin digire. Reşî dibêje, ew bi derewa “efûyê“ hatine girtin û wiha behsa meseleyê dike: “Li vir serê wan tê jêkirin û ji Ataturk re van seriyan dişînin. Herçî bedena wan e gund bi gund tê gerandin û paşê li Haymanayê hefteyekê tê teşhîrkirin; bi vê xelkê çavtirsandî dikin. Hîna jî nayê zanîn ka gora wî li ku ye.”
Hewldana kuştina Mustafa Kemal!
Li gorî Reşî, Şêx Seîd ji bo ku Buxurcî tevlî nav refên serhildana wî bibe, qasidek şandiye dûv wî. Lê belê Buxurcî vê daxwazê qebûl nake; li şûna vê, sîleh, cebilxane û pereyan dişîne.
Çerkez Ethem bi mûçeyekî baş pêşniyazî wî dike ku bibe fermandar, Hecî vê jî red dike; Ethem dema dixwaze li dijî wî zorê bi kar bîne, Hecî bi yek bera tivingê kumê wî ji serê wî difirîne û dike ku ew dev ji bikaranîna zorê berde.
Dema Mustafa Kemal diçe Konyayê, ew li ser wî dideyne, lê Mustafa Kemal ji êrîşê sax û bêbirrîn difilite. Reşî dibêje, ji 1917´an heta 1933´yan bi komên Kurd ên ku Buxurcî ew bi rêxistin kirin, li dijî Mustafa Kemal 17 salan li ber xwe daye.
210 serdegirtina gundan
Ev berxwedana 17 salan mixabin di arşîvan de (di yên dewleta Tirk de jî) pirr kêm cih digire. Sedema vê jî têkiliya Hecî ya demekê bi Çerkez Ethem re ye. Ev berxwedanan ku li Enqere û deşta Konyayê dayî der, diyar e ji bo dewletê di warê ravekirin û vegotinê de zehmet ku navê berxwedana Kurd lê bike; ji ber wê jî Hecî Buxurcî weke aktorekî ne fermî yê dîroka fermî xuya ye. Dîsa jî di Mecmûaya Îdarî ya salên 1930´an de çend agahî hene. Li gorî van Hecî ji 1926’an heta 1933´yan 2 kes kuştine, bi ser bajarekî de girtiye, 27 caran rê birriye, 92 caran mirov birine çiyê, 210 caran jî bi ser gundan de girtiye.
Pirtûkên Şoreş Reşî
Pirtûkên Şoreş Reşî: “Palme, PKK û Gladio, Serpehatiyên Dîrokî, Dîroka Kurdên Koçber-I, Dîroka Kurdên Koçber-II, Yaranî , Hawar (roman), Heco (roman), Ji Anatoliya Navîn Stran û Awaz, Dîroka êla Sevikan, Dîroka êla Sewêdan, Ji Anadol, Xorasan, Çiyayê Kurmenc Çîrokên Gelêrî (tê çapkirin), Evîn û Tola Çoko (roman-tê çapkirin).”