Hesen Ildiz piştî pirtûka xwe ya ewilî Tirspîvan (Belkî, Çîrok. 2015), niha jî bi romaneke nû ya bi nav Qal ji ji Weşanên Peywendê derdikeve pêş xwendevanan.
Pirtûka QAL, çiroka R. Baran, ê ku di navbera hebûn û tûnebûnê de asêmayî, yê ku çarseriyê di xwekuştinê de dibîne vedibêje. Bidestxistina wateya hebûnê ya ku di wextê şer de bi temamî girîngiya xwe namîne di romanê de cihekî sereke digire. Li ser têkiliya law û bavan û bi rêya nerazîbûna li dijî norm û rolên civakî, lihevnekirinên ferdî û civakî derdixe pêş.
Hesen Ildiz, di sala 1991ê de li gundekî Mêrdînê hatiye dinê. Faqulteya tibbê ya Cerahpaşayê qedandiyê û niha li Berlînê dimîne û li wir bi zimanê kurdî, elmanî û tirkî xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.
MA / AMED