Di van salên dawiyê de gelek berhemên dîlên şer hatin weşandin. Ew fedekarên evîndarên welat, ziman û wêjeyê di nava bêderfetiyan de bi hestên kûr û vîna pola dinivîsin. Bi salan e ku di pêşbirka wêjeyê ya Huseyîn Çelebî de jî, herî zêde berhemên dîlên şer cîh digirin. Ji wan wêjevanên me yên dîlketî yek jî Dewran Evdirehîm e.
Evdirehîm di sala 1982´an de li gundê Hesena ya girêdayîyê navçeya Şemraxê tê dunê. Dema li Edenê zanîngeha endezyarî dixwîne, di nava MKM´eya Edenê de cihê xwe digire. Ji ber ku daxwaziya perwerdeya bi zimanê dayîkê dike, ji dibistanê tê dûrxistin. 2002´an de tevê refên Tevgera Azadî dibe. Di dawiya sala 2005´an de li Mersînê tê girtin, hê di girtîgeha Gumuşxaneyê de ye. Romana wî ya yekem bi navê “Jiyaneke berxwedêr” di sala 2012´an de derdikeve.
Birêz Dewran bi zimaneke gelek zelal û rewan, bi şayesandinên gelek têr û di forma kesayetiya sisyan de ev roman nivisîye. Dema mirov romanê digire û dest bi xwendinê dike, naxwaze ji dest xwe dayne. Navê Romanê „Reşeba“ ji bayê reş tê.
Naveroka romanê
Xaçoyê ermenî û Xemdar destbirak in, dema kujêriya ermeniyan dest pê dike, Xemdar kurê xwe Sîdar ji bo alîkariyê dişîne mala Xaço. Xaço keça xwe Sarayê bi Sîdar re dişîne, divê keça min biparêze bes e. Sîdar li pey ku Sarayê digîhîne gundê Qertalixê, cardin berê xwe dide mala Xaço ku wan jî rizgar bike, lê bi ser nakeve û bi birîndarî bi şûn ve vedigere. Li pey demekê Sîdar û Sara dizewicin. Zarokên wan çêdibin. Xemdar dimire.
Kurên Cemo Uso û Taco ji der tên û di gund de bi cih dibin, herduyan jî di kujêriya ermeniyan de li gel leşker û Alayên Hemidiye cih girtine. Fesad in, her xirabî ji wan tê, gundî ji wan ditirsin. Rojekê li ser pevçûna kurê Ûso û kurê Sîdar, Ûso Sîdar dikuje.
Sara hersê zarokên xwe digire, diçe gundê Hêman ba xalojina Sîdar Dayika Eyşê, Dayîk wekî zarokên xwe xwedî li Sara û zarokên wê derdikeve. Zarokên wê li wir mezin dibin. Xidirokê ku tevê Alayên Hemidiye bûbû û xwediyê çîrokeke taybet bû, xwe tewanbar hîs dikir. Li ser daxwaziya Dayika Eyşanê, ew siwarî û çek bikaranînê bi Hisretê kurê Sara yê dide fêrkirin.
Birayê Ûso Taco tê girtin, Ûso ananeyên heyî binpêkiriye, bi jina birayê xwe re ye, zarokek çê dibe. Ûso wê zarokê difetisîne û dike erdê. Li pey birayê wî li hepsê dimire, jina birayê xwe li xwe mar dike, jina wî jî ji kerban xwe darve dike.
Hisret bi rojan li pey Ûso digere, di encamê de wî dikuje. Saeta bi kostek, bi cevher û teyrê Tawis xemilî digire tîne. Sara saetê nas dike. Saeta bavê wê ye.
Çend hevokên balkêş
„Roj bi ser qotên wan ve dikelijî, te digot qey agir dibare. Rû; 11“
„Dinya li serê me bûye mîna tara bêjingê. Rû, 37“
„Bi tenê ez dizanim kuştîkuştan e, ferman e, roja rovî û guran e! Feqîr û xizan diçin li ber lingan e. Rû; 46“
„Ji bîr meke, dinya siya darê ye. Îro dora wan e, sibe dora te ye. Rû; 47“
„...deriyê dilê xwe ji xweşî û têkiliyên vî warî re veke. Ew ê êş û kulên te siviktir bike. Rû; 57“
„Saxkirina mirovekî bi qasî xilaskirina dinyayekê giranbiha ye, Îca ez hîn çi bixwazim? Rû; 86“
Mijara guleya yekemîn
Heta gule teqandibû jî hêj destên wî diricifîn: Lê bi dengê tifingê re hineke din hate ser hişê xwe, ew saw û wesweseya di dilê xwe de avê... Rû; 171“
Hevoka dawiyê tevahiya çîrokê diteyîsîne:
„Kete hundirê wê morîka di çavên teyrikê tawîz a ji yaqutê şîn ku di binê qapaxa saeta bavê wê de nexşandî bû!“
Nasnameya romanê
Nav: Reşeba (180 rûpel e)
Niviskar: Dewran Evdirehîm
Weşanxane: weşanên Ar , gulan 2014 Îstanbol.