Demjiyaneke kambax ya diktatorya olîgarşîk!... Bi hbûyerên rojane re,  hest û hişmendiya mirov jî tevlîhev dibin.  Cîhana doh, bayekî mîsîtk û ruhanî dibizivand; îro bayekî ehremanî!..Çavkaniyên 6 tîrên Komara Tirkiyê teqiyan û rastiyê difûrînin. Sirr û razên 6 tîran teva eşkere bûn. Lehengên li ser 6 tîran suwar bûn, yek bi yek dikevin. Yek ji van suwarê tîrên kesk, Tayyip Erodgan bû û di destpêka vê aksiyonê de, bi helbestên şoreşgerî dest pê kir. Îro giha palêtên bi  desteyên dolaran dagirtî. Aksiyon kete qonaxa “qast”ê.  Yek ji lehengên tîrên kesk jî Fetullah Gulen bû. Ecewît, suwarê tîra di nava rengê sor û gewr de “xelcoyî”, bûbû mirîdê Fetullah Gulen.  

Her du alî jî rûreşî ye!...
Telewizyon û çapemeniya Tirkiyê, berdevkiya rûreşiyê dikir û kaêr xwe jî didomîne. Medya tirk, heta doh,  berdevkiya bazirganiya xwînê dikir. Vakanivîs dibêjin: Sendroma toros’ên spî!.. Medya tirk, di1990î de jî berdevkiya kontra dikir. Toros’ên spî jî, nîşaniya kuştin, revandin, winda kirin û kiryarek faşîzan bû. Vaqanivîs du:  JÎTEM û Hizb-ul Kontra, bazirganiya  li ser xwîna kurdan kirin. Medya tirk jî, propagendeya derewan û xencera xiyanetê disûtin. Ahenga mirovahiyê di kuştin. Gelê kurd  terorîze dikirin.
Wek çavkaniya sektora xiyanetê kar dikir.  Aliyekî televizyon û çapemeniyê, aliyek kontra û toros’ên spî!... Aliyek jî helikopterên ku gundiyên kurd ji hewayê diavêtin û bedena Ugur Kaymazê 12 salî, bi 13 beran dikirin serad. Ha rojnamevan, ha walî Unal Erkan, Hayrî Kozakcioglu, Mehmet Necati Çetinkaya, Necatî Bilîcan, Aydin Arslan û Gokhan Aydiner...
Ha modoratorê bernameyan, ha  Mehmet Agar, yan jî Dogan Gurêş!..  Modorator bûbûne bilbilê propagendê, yê din jî, ji xwe mekanîzmeya giyotinê...Vaqanivîs dibêjin: Qelemşorên tirk, dibin sîwana huner û edebiyatê de di çarçoveya îdeolojiya felzekeya polîs û cendirmeyan kar dikirin. Ha ha  senaryoyên tirsê diafirandin.  Bêyî ku anesteziyê bikar bînin, neşter li dilê kurdan didan. Bîrdoza Darwîn: Di şikefteke reş de, çavên ku hêza dîtinê winda bike, qelemşorên tirk jî, hestên dîtinê winda kiribûn. Qelemşorên ku dîrok herî zêde “falsîfiye”-wajî dikirin, (tirk û kurd), bi quncik û modoratoriyê dihatin xelatgîr kirin. Vaqanivîs sê: Seyyar Waiz Fetullah, ji olê zêdetir, wek “plansazê komployan” kar dikir.  Fetullah Gulen, bi navbeynkariya 2 serokkomar û çend serokwezîran, bû lehengê “Romana Tirkiyê”. Vaqanvîs dibêjin: Di dema ku li “waîzê seyar” Fetullah Gulen qaçax bû, ji aliyê serokwezîrekî ve dihate veşartin. Aliyê veşartî yê Romana Tirkiyê, qelemşorên Tirkiyê, ji nişka ve bûne miridên Fetullah.  Piştî ku berdewama  Romana Tirkiyê li Pentagon hate nivîsandin, têoriyên komplo zêde bûn.
Komplo yek: Operasyonên KCKe... Piştî ku, navnîşana mekanîzmeya tunekirinê,  bû Akademiya Polîsan, hingî senaryoyên komplo di çavikên maseyên mudurên polîsan de kom bûn. Çavkaniya mezin “odeya kozmîk” jî, wek sekihê darpxanê kar dikir. Lêdana çaqûberka li hemberî kurdan!... . Komploya Navneteweyî, bêyî Ecewît hatibê lidarxistin jî, parçeyek ji Romana Tirkiyê ye.  Komploya Navneteweyî, destê veşartî eşkere kir.
Vaqanivîs dibêjin: Utopya reş!... Îdeolojiya 6 tîran,  bûye îdeolojiya faşîzma reş ya li kolanan.
Romana Tirkiyê jî, êdî best-seller e.  Cîhan, nû nû  qalibên îdeolojiya Tirkiyê dibîne û nas dike.  Berî niha, yan herêmên Qesra Topkapi bala Ewropiyan dikişandin, yan jî  bi darbeyên eskerî Tirkiyê dianîne bîra xwe. Ji bilî NATO, haje kêsî ji baregehên eskerî,  radar û fuzeyan nebû. Komplo du: Bîrdoza Islama Tirk, bi helbestên şoreşgerî kete qonaxa embiriyonê, lê “ruşt”a xwe temam nekir. Rastî trajediya Mawî Marmara- Kêştiya Şîn û Şova Davosê hat. Mixabin, di riya  mîtolojîk de Tayyip Erdogan de, rastiya tora Waîzê Seyar-Fetullah Gulen jî  hate naskirin. Îro, her du alî, (Kew Kemal û Dewletlû Bahçelî jî di nav de)  di nava davikên CIA de dihejin. Nivîskarê Romana Tirkiyê Pentagon e!...
Ne Tayyip Erdogan dikare Xweda weke garantor nîşan bide, ne jî Waizê Seyyar Fetullah Gulen!...  Hêza ku îro afirgeriya dîrokê dike kurd in. Kurd Romana Kurdistanê dinivîsin.
Divê navên “kompoze” werin jibîr kirin. Ji ber ku,  navên “kompoze”, berhemên îdeolojya dewşirmetiyê ne. Xwedawendên sîstema dewşirmetiyê, siltanên ku birayên xwe, bavên xwe û zarokên xwe di kuştin e. Navên “kompoze”, îro Tayyip Erdogan e, Fetulleh Gulen e, Kemal Kiliçdaroglu ye, Dewlet Bahçelî ye...
Ev hiyerarşiya ideolojîk, felişî ye,  di nava erdhejekê de ye. Divê kurd, di vê hilbijartinê de şaşiyan nekin û Bihara Dembuzî, nekin Zivistana Ahremanî.  
Divê hilbijartinên 30 Adarê, bibe beşê herî balkêş û xweş yê Romana Kurdistanê.