Welatiyên Roman ên li navçeya Soke ya Aydinê dijîn, ji ber ku der barê xaniyê wan de di çarçoveya “Veguheztina bajar” de biryara hilweşandinê û soza konûtên TOKÎ’yê hate dayîn bi hêrs û bertek in. Welatiyên Romen nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Nêzî 4 hezar welatiyên Roman di sala 1924’an de bi peymana nifûsê ya di navbera Yunanistan u Tirkiyeyê de ji Selanîkê anîn li navçeya Soke ya Aydinê li malên Rûman hatin bicihkirin. Romanên ku 73 sal berê li taxên Kemalpaşa, Muzisyenler û Ataturk yên navçeya Sokeyê bi bicih bûn, niha di çarçoveya projeya Veguhestina Bajarvaniyê de ji wan tê xwestin ku malên xwe vala bikin. Rayedarên Şaredariyê û Îmarê bi hinceta malê wan malên dîrokî ye û der barê van taxan de biryara “Qada Sîtê” hatiye girtin ji romenan dixwazin ku xaniyê xwe vala bikin û di konûtên TOKÎ’yê de bi cih û war bibin. Welatiyên roman ku ku 73 salin li van malên dîrokî dijîn, diyar kirin ku rayedar ji bo wan koçber bike û derxe dervê bajar biryarek bi vî rengî bi zanebûn hatiye girtin. Der barê xaniyên welatiyên romen ên li taxa Kemalpaşa dijîn de 10 sal berê biryara hilweşîna xaniyan hate dayîn. Lê heta niha tu hilweşin pêk nehat. Romenên taxê diyar kirin ku bi vê biryarê her tim di nava fikara ‘dê sibê an dusib xaniyê me hilweşînin’ de dijîn û nerihet in. Romenan, da zanîn ku li ser navê weguhestina bajar birayara bicîhkirina konûtên TOKÎ’yan hatiye dayîn.
Romeman bertek nîşanî vê biryara rayedaran da û anîn ziman ku dixwazin welatiyên romenan ji malê wan, çanda wan û kevneşopiyên wan dûr bixin. Cîgirê Serokê Komeleya Piştevanî û Alikariya Romanên Sokeyê Suat Orman, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku bi vê biryarê dixwazin welatiyên romen ji çand, nirx û kevneşopiyên wan dûr bixin û ev biryar dê welatiyan mexdûr bike. Orman, anî ziman ku niha bi rayedarên TOKÎ’yê re di nava diyalogê dene û hewl didin ku li lev bikin. Orman, anî ziman ku ew wekî romanan naxwazin ji hev cuda bibin û bixetin û dixwazin her tim bi hevre bijîn. Orman, da zanîn ku piştî hevdîtinan wan zeviya ku ji 242 donuman pêk tê tespît kirine û armanc dikin ku li vê zeviya şaredariyê bi cih bibin. Orman, destnîşan kir ku ji bo hemû romen li vir bi cih bibin bi rayedarên TOKÎ’yê de di nava diyalogê dene û dixwazin rayedarên TOKÎ’yê îkna bikin.
Orman, bilev kir ku ew naxwazin roman ji hev biqetin û dixwazin her tim bi hevre bijîn. Orman, daxuyand ku ger roman ji hev qut bibin dê çanda wan, zimanê wan û nirxên wan têk biçin.
Orman, derbirî ku romen ji ber betaliyê her dim neçar in li dervê bajar bixebitin û ev yek jî wan ji hev diqetîne û mexdûr dike. Orman, derbirî ku roman demek dirêj in li taxa Kemalpaşa dijîn û karê debara xwe bi karê hemalî û pêlavdirûnê dikin. Orman, destnîşan kir ku ji ber roman di karekî herdem de naxebitin belavbûna wan û koçeriya wan dê wan gelekî mexdûr bike.
Sekretêrê Komeleyê Yadîgar Acar jî bertek nîşanî biryara TOKÎ’yê û projeyê da û anî ziman ku TOKÎ bi vê biryarê dixwaze romanan ji hev dûr bixe û wan ji çand û nirxên wan dûr bixe. Acar, derbirî ku an li taxê an jî li cihekî nû ew dixwazin her tim roman bi hevre bijîn û ji bo ku zimanê wan neyê ji bîrkirin û têk neçe, perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. 


ÎSHAK DURSUN - DÎHA – AYDIN