Rojnameya Ronahî ya ku bi zimanê Erebî di 16'ê Cotmeha 2011'an dest bi weşana xwe kir, niha bi zimanên Kurdî û Erebî weşanê dike. Xebatkarên Ronahiyê bi boneya 6'mîn salvegera damezrandina rojnamê peyivîn. Rojnamevan Bêrîvan Xelîl da zanîn ku rojname cara yekem li bajarê Helebê hat çapkirin û got, ji ber rewşa siyasî ya li herêmê navend li Kantona Efrînê vebû û wiha axivî „Sala 2013'an jî navenda me li Kantona Cizîrê hat vekirin. Niha li her sê kantonan me xwe bi rêxistin kiriye û em bi aweyekî hevbeş xebatê dikin."


Di rojnamê de rengê jinê

Bêrîvanê anî ziman ku Ronahî ji beşên siyasî, civakî, çandî, jin hwd. pêk tê û got: "Yekemîn car li Kantona Efrînê xebatkarên jin tevlî rojnameyê bûn. Roj bi roj hejmara jinan zêde bû. Niha bêhtirî 20 hevalên jin di rojnameya me de di rûpel û xebatên wê yên teknîkî de cih digrin. Ev jî gavên girîng îfade dike. Di Rojnameya Ronahî de rûpela jinê jî heye ku komek jin pê re elaqedar in. Em hewl didin di vê rûpelê de xebatên jinê yên siyasî, aborî, civakî, çandî û hwd. biweşînin. Pêveka rojnameya Ronahî ya 15 rojan carekê tê weşandin Mizgîn jî ji bo zarokan bi zimanê Kurdî, Sûryanî û Erebî weşanê dike û ji hêla hevalên jin ve tê amadekirin." 


Di serî de Erebî tenê derdiket

Rojnamevan û berpirsa rûpela jinê ya rojnameyê Melek Demîrtaş got, dema rojnameya Ronahiyê li Heleb û Efrînê weşan dikir, tenê bi zimanê Erebî bû û wiha pê de çû: "Lê piştre, zimanê Kurdî jî lê zêde bû. Rûpelên wê jî kêm bûn. Her ku dem derbas bû bi ked û tecrûbeyeke mezin re hem naveroka rojnameyê hate xurtkirin, hem jî hejmara xebatkaran zêde bû. Ji sala 2015'an û pêve weşana me ya beşa Erebî hefteyê du caran û ya Kurdî jî hefteyê carekê tê kirin. Di van pêvajoyan de kedeke mezin ya jinê jî çêbû. Ev jî me kêfxweş dike."


CIVÎN GIRBAWÎ / MEDYA REQA / QAMIŞLO / JINHA