Pêr 23´yemîn salvegera şehadeta Andrea Wolf a navê Ronahî li xwe kirî bû. Bi rasthatina rojê, hevrêya wê Anja Flach got, “Dema Andrea hat qetilkirin, demeke dijwar bû. Komploya li dijî Serok tam hingê dihat hazirkirin. Tirkiyeyê gef dixwar li Sûriyê ku şerê wî bike heger Serok dernexin. Andrea di Cotmeha 1998´an de bû pakrewan, û Serok Sibata 1999´an revandin.
Me (min û Andrea) hevdu di payîza 1997´an de li devera Zapê dît û me minaqeşe li ser damezrandina tevgereke şoreşger li Elmanyayê kir. Em hemfikr bûn ku pêdivî bi rêxistineke jinan a xweser heye.”
Piştî vê jî tevî hin wêneyên hevrêya xwe Ronahî, beşek ji metneke ji bo pirtûka bi navê “Ronahî, Andrea Wolf” parve kir ku em jî qismekî wê li jêr diweşînin:
“Ronahî, di nava min de hîna jî timî ew şerê hingê heye, ez hîna jî xewnên li gerîla dibînim. Min gelek caran hizra wê yekê kir ku li çiyayan vegerim. Heval dibêjin, heval Ronahî li Şaxê şehîd bûye. Dema ku ez difikirim ka azadî dikare tiştekî çawa be, timî ew erd û hewa li ber çavên min e. Ez li te û gelek hevalên din difikirim. Ez li lê difikirim ka heval dema sar e, li wan zozanên bilind çawa dîlanê dikin, li wê ava cemidî û dûredîmenê bêdawî, çiyayên ezîm. Li biharê difikirim, dema berf dihele û li ser wê keskeşîna dibiriqîne kulîlkên şîn û xemrî vedidin.”
Di dawiyê de Flach dibêje, “Ronahî di nava van kulîlkan de ye, ev yek min hinekî aş dike, li wir li çiyayan gelek hevalên din jî hene di nav wî dûrîdîmenê bêdawî de. Ez bi navê gelekan ji wan dizanim.”
Ronahî 23´ê Cotmehan 1998´an li gundewarên Şaxa Wanê piştî şerekî bi artêşa Tirk re, tevî hevalên xw eyên ji ARGK´ê dîl kete destê dijminê xwe û paşê bi êşkenceyê hat qetilkirin..