Derbarê mijarê de rêveberiya televîzyonê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em dixwazin ji temaşevanên televîzyona xwe Ronahî TV re mizgîniyekê bidin. Li ser daxwaza gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropa, welatên Sovyêta berê û Rojhilata Navîn, her çi qasî dereng be jî, ji niha û pê ve em ê weşana xwe êdî li ser satalayta Hotbird’ê jî biweşînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku weşana televîzyonê ya li ser Hotbird’ê destpê kiriye û dê weşana li ser satalayta Nîlesat jî bidome.
Ronahî TV ku di sala 2011’an de dest bi weşana xwe kir, di demeke kurt de, li Ewropa, Kafkasya û Rojhilata Navîn gihîşt girseyek mezin a temaşevanan. Ronahî TV bi taybetî bi weşana xwe ya li ser geşedanên Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê derket pêş û weke referans tê dîtin. 

HOTBIRD 13.0 E
FREQUENSY: 11179
POLARIZATION:  H
SYMBOL RATE: 27500
FEC: 3/4


NILESAT
FREQUENSY: 11354
POLARIZATION:  V
SYMBOL RATE: 27500
FEC: 5/6

BRUKSEL