
Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), ku di Newroza sala 1994’an de li dijî zextên siyasî û qedexeyan bedena xwe dan ber agir, li Mannheîmê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan ve hat organîzekirin. Malbatên şehîdan û Kurdistaniyên ji bajarên Saarbrucken, Frankfûrt, Heîlbronn û Maînzê tevlî çalakiyê bûn. Ji Tevgera Jinên Kurd Medya Botan li vir axivî û got, “Em soza xwe dubare dikin, ku em ê li ser rêya hevrê Ronahî û Bêrîvan bin.”
MANNHEÎM