‘Ronahiya çavan’ a 10 salî

Azadiya Welat ew rojanme ye ku tekane û rojane li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê weşana Kurdî dike ye. Piştî ku mîsyona rojnameya heftane ‘Welatê Me’ bi dawî bû rojnama Kurdî bi navê Azadiya Welat di sala 1996’ê de bi awayekî heftane dest bi weşanê kir. Piştî ku Azadiya Welat 10 salan weşana xwe domand, di 15’ê Tebaxa sala 2006’an heta roja me ya îro bi dirûşmeya “Roj ji welat hiltê” weşana rojane dike û dê di 15’ê Tebaxê de bikeve 10 xwe tije bike. Azadiya Welat di nav gelê Kurd de wek rojnameyeke “Ronahiya çavê gel” tê nasîn û li gel hemû êrîş û astengiyên li ser rojname û xebatkarê wê jî li ser şopa heqîqetê weşanê dike û gelên Kurdistanê agahdar dike.
Aktaş, Baran û Turkan hatin qetilkirin
Yek ji êrîşa herî dijwar a li ser Azadiya Welat ew bû ku Berpirsê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş û belavkarê rojnameyê Omer Baran di berxwedana Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve di jêrzemînên wahşetê de hatin qetilkirin. Li gel Aktaş û Baran belavkarek din ê Azadiya Welat Îlyas Turkan jî di berxwedana Nisêbînê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.
‘Gel li ku be Azadiya Welat li wir e’
Edîtorê rûpela Kirmanckî ya Azadiya Welat Ramazan Olçen diyar kir ku Azadiya Welat wek kevneşopiya rojnameya Welatê Me û Welat di sala 1996’an de bi heftane dest bi weşanê kir û di sala 2006’an de jî wek rojane heta roja îro weşana xwe didomîn e. Olçen anî ziman ku Azadiya Welat di heman demê de wek heftane îsal dikeve 20 saliya xwe û wek weşana rojane jî di 15’ê Tebaxê de dikeve 10 saliya xwe. Olçen destnîşan kir ku Azadiya Welat bi zimanê gele Kurd weşangeriyeke objektîf dike û wiha got: “Bêguman ev 10 sal dijwar derbas bûn. Me wek Azadiya Welat ji nêz ve gelekî şahidiya dîroka Kurdîstan, Rojhilata Navîn û Tirkiyê kiriye. Azadiya Welat her tim wek sazî û weşanên çapemeniya azad hewl dide ku di refên pêş de be û gel li ku be ew jî li wir be. ”
‘Azadiya Welat peywîra dibistanên Kurdî dike’
Olçen bal kişand ser pêkûtî û zextên li ser Azadiya Welat û wiha axivî: “Di vê dema dawî de jî malpera me rastî astengiyan tê û êdî di alfabeya tirk de tîp neman ku me nekirin lînka malperê. Gelek xebatkarên me rastî ceza, lêpirsîn û girtinê hatin. Azadiya Welat bi polîtîkayeke wisa weşanê dike ku dixwaze valahiya di qada dibistanên kurdî de jî bigire ser mile xwe. Ji heft salî heta heftê saliyan perwerde dike. Di vî warî de Azadiya Welat dixwaze wek akademiyekê jî bixebite. Bêguman em bi vê erk û pêşwaziyê sala 10’emîn pêşwazî dikin. Azadiya Welat hewl dide ku hemû daxwaz û nêrîna gel bigire ser milê xwe ku bikaribe berdevkiya gel bike.”
‘Azadiya Welat, welatê me ye’
Xwendevanê herî biçûk yê Azadiya Welat Nêçîrvan Esmer (12) jî anî ziman ku ew her tim Azadiya welat dixwîne û wiha got: “Ji ber ku Azadiya Welat rojeva welatê me ji me re radigîhîne em canê xwe ji welatê xwe û Azadiya Welat re feda dikin.”
BÎLAL GULDEM / DÎHA/AMED
