Xelkê Serêkaniyê cenazeyê endamên Hêzên Erka Xweparastin Mecid Reşîd û Mihêdî Mihêmid li goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin.

Bi sedan welatiyên bajêr û gundewarên Serêkaniyê ji bo oxirkirina cenazeyên endamên Erka Xweparstinê Mecid Reşîd û Mihêdî Mihêmid ên ku 7`ê Cotmehê 2018‘an de di encama teqîna mayinekê de li Serêkaniyê şehîd bûbûn, li ber Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê kom bûn. Piştî ku cenaze wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê li ser navê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê hevserokê desteyê Îdan Ehmed axivî got: ”Şehîd ronaya çevên me ne, ji ber ku riya azadiyê li pêşiya me ronî kirine.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.Cenazeyên herdu şehdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.

 

SERÊKANIYÊ