KNK’ê Newroz li Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û got, “Di vê qonaxa girîng a prosesa têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Newrozê peyameke nivîskî weşand û got, “Di dîroka gel û neteweyan de hin bûyer hene ku di encamê de dibin nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingeha têkoşîna li dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilm, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê.”
KNK´ê got, “Îro gelê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagirkeran çemand ku îro êdî nikarin pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.”
KNK´ê neteweyîbûn weke xaleke girîng a Newrozê bi nav kir û wiha dewam kir: “Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar ên têkoşîna dijî dagirkeran de ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divê neyê bêxemkirin û zêdetir divê bê pêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê de dubendiyê nebînin.
Di vê qonaxa girîng a prosesa têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Bila Newroza sala 2017’an bibe çeperê yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezintir.”
NAVENDA NÛÇEYAN