Di dîroka Kurdistanê de trajediya herî mezin, trajediya ku di jiyana zanyaran de pêk tê, ew e. Ne tenê ji bo Kurdistaniyan, ji bo hemû însanetiyê zanyarî, ji dîrokê û vir ve, tenê bi ser xwe êşê dide însan û di jiyana însanan de bi êşê ve cihê xwe digire. Ji ber ku di dinyayê de, di navbera mirov û civatan de heya niha wekheviyek pêk nehatiye û heyanî ku li dinyayê bi însanan re şert û mercên aşitiyê pêk neyê, agahiyên rewşa dinyayê, ji zanyarên xwedî wijdan re wê bibe êş. Qedera zanyaran ew e; heyanî ku dinya nebe dinyayeke aşitiyane, yanî dinyayeke însanî û xwezayî, wê demê zanyar, heyanî dawiya emrê xwe nikarin xwe ji êşan xelas bikin. Ev rastî, ji bo Kurdistaniyan hêna jî pêkan e. Ji bo ronakbîr, rewşenbîr, zanyar û zanayên Kurdistanê êş, wek îsbat a hebûna wan bi xwe ye. Taybet jî, însanên ku di şert û mercên îro de, kêfa wan bicih be, ew kes xwedî agahiyên hemû cihanê be jî ne tiştek e, ew kes tu car nikare bibe rewşenbîr, ronakbîr...
Rastiya ronakbîrbûnê ya yekemîn ev e, lê ronakbîrbûn, bi qasî vê rastiyê jî sivik nîne. Wek mînak, însanek ji bo agahî û rewşên dinyayê serî êşandiye, xebitiye, ked daye û em bêjin li ser dîrok, zanyarî, huner û wêje kûr bûye, wek civaknas û mirovnasek xwe tijî kiriye, lê tenê bi êşa xwe mijul maye, agahiyên ku jêre êş dane tenê wek êşeke taybet bi xwe re girtiye, ew jî nikare bibe ronakbîr. Ji ber ku ronakbîr, ne wek binavkirina “arabesk” mayîn e. Ronakbir, di heman demê de rewşa civak û xwezayên ve wek berxwedêrek mijûl dibe. Ji bo rastkirina, bicihkirina wan rewşan berxwedanek dimeşîne. Ronakbîrek heke ji bo guherîna şertên nebaş hewl nede, ber xwe nede, xebat neke û bi van mijaran ve girêdayî ji bo hişyarbûna civakê tiliyên xwe nelivîne, ew kes gorî mirovên bêagahî, hê kesekî xirab e.
Ev rastî jî ji bo Kurdistaniyan derbasdartir e. Ji ber ku rewşa Kurdistanê, li gorî welatên rojava hê di bin aloziyan de, hê di bin zext û zordariyê de ye. Ji ber wê, ronakbîrên ku ji Kurdistanê derketine, karê wan hinekî dijwar e. Însanên xwedî agahî û xwedî aqil, li welatên din dikarin xwe veşêrin, lê belê, Kurdistan ne wisa ye, însanên ku ne xwedî kedin, însanên ku ne xwedî bawerî û xwedî hêza berxwedaniyê ne nikarin xwe veşêrin. Wê rojek bê û ji guhê wan bigire û derxîne navenda civakê. Ji ber ku, li Kurdistan demên teng pir in, gelek in. Roj bi roj tengasiyên jiyanê ve ru bir u dimîne însan. Roj bi roj çalakî ye, şer e, zext û zora desthilatdariyê roj bi roj bi pergaleke nû te ser Kurdistaniyan. Wê demê gotin tenê bi ser xwe kêr nayê, seknên zanyaran, şêwaza wan, alîgiriya wan, li himber zordestan berxwedaniyeke çawa dimeşînin, tê pêş.
Hin caran jî wekî “kevirê kor û serê keçel” tiştên ku bi awayekî rasthatî, hin kes car carina wek derîrade dijî îxtidarê bi cih dibin. Lê heke kesayetiya wan kesan, wek kesayetiyeke qewîn, kesayetiyeke ronakbirî, kesayetiyeke rast û baş nebe, dem wê derxîne holê. Demên Kurdistanê jî bi lez dixebite, saetên li Kurdistanê bi lez dizivire û ew kes mîna însanekî tazî dixuyên.
Niha jî li Kurdistan rewş rewşa tengasiyê ye. Ne tengasiya gel û têkoşîne, tengasiya ronakbîriyê ye... Wêneya payîz a ronakbîriyê ku li Kurdistan dixuyê, ji ber vê yekê ye. Zêdetir jî ew kesên beredayî, ku beri çend salan bi hêsta Kurd ve xwe têr dikirin, niha yek bi yek wekî pelên payîzê, sor û reş bûne, hildiwedişin.
Rewşenbirên wisa beredayî, niha di nava rojnameyên Romiyan de banz didin û lotikan diavêjin, Dek û dolabên wan, ne tenê gelê ji Kurd, ji hêla gelê Tirk ve jî ecizbuyîneke giran pêkaniye. Nezan in, cahîl in, tenê rexnekirina tevgera Kurd zanîn, xêncî wê jî vik û vala ne û bi vê marifeta xwe jî xwe wek zilamekî zanyar dihesibînin.
Îro jî di rojnameya Tarafê de, sosretiyeke wisa diqewime. Zilamek, ku her roj bi rexnekirina tevgera Kurd xwe wekî zanyarekî Kurd binavkiriye û ji bo berjewandiya xwe vê navê dişuxulîne, ew kes, tev rêvebirên rojname bi hev ketine. Rêvebirên rojnemeyê jî, derewê wî derxistine holê û wî rezîl kirine. Gava însan lê dinêre, çavên însan tijî dibe.
Ji ber ku ronakbîrî ne ev tişt e. Wekî Sartre gotiye; “Ronakbîrî bihevhatina peyv û çalakî ye”. Însanên ku cesareta wan têrê nake ber xwe bidin, bi şêwazekî xurt bisekinin û vebêjin, teqez rojek were û sosretiya wan derbixe.