
Bi dehan malbatên ji gundên di bin dagirkeriya DAIŞʹê de koçber bûn û berê xwe dan herêmên ku ji aliyê QSDʹê ve hatine rizgarkirin. Malbatan diyar kirin ku çete nahêlin şênî ji gundan derkevin û gotin ku çete wan wekî mertal ji bo parstina xwe bikar tînin. Jin bi navê Lemya Husên ji gundên xwe koçber bû û berê xwe da herêmên QSDʹê. Lemya Husên spasiya şervanên QSDʹê kir:ʺDema min azadî li vir dît, ez ji kêfa re giriyan. Bi vê yekê çavên min dîtina zulm û zordariya çeteyên DAIŞʹê paqij bû. Hêvîdar im gelê me nema wan dibîne û wê hemû herêma me rizgar bibe.ʺ
ANHA/REQA