Dersim ZÊREVAN

Belkî ew çend kêlî ji bo wê bi qasî deh salên ku ji kurê xwe dûr maye dirêj bûn. Wê dihejmart ka rêya ku Seyîd Riza tê çend gav in. Li ser rûyê gerdûnê, ji bilî kurê wê her tişt tine bûbû û ne diyar bû. Di van çend gavan de ku dawiya wan nedihat çend mûyên spî li porê wê zêde bûbûn.

Di nava çend kêliyan de, min digot qey dilê min nema di qefesa sînga min de hiltê. Her ku diçû diwerimî û mezin dibû. Lê dîsa jî ew di ber gotin, hest û rondikan re nedigiha. Ne gihiya ku hemûyan di kewara xwe de zeft bike. Ne gihiya ku hemûyan ji ber bike. Himêz bike û destê xwe di ser de bibe. Gelo dile min biçûk bûye an lewaz bûye? Di nava çend kêliyan de min dilê xwe di dadgeha wijdanê xwe de, da ber lêpirsînê, bê ka ev çi û ne çiye. Şaş fam nekin, lê min gelekî lome jê ne kir. Ji ber ku tabloya ku ez li beramberî wê sekinîbûm ji wê wêdetir bû ku dilê min hemû şifreyên wê çareser bikirina. Rastiya ku ez pêre rû bi rû hatibûm dayik bûn.

Mêvanên me yên biharê

Berêvarê ye; piştî baraneke narîn, hêdî hêdî ewr kêm bûn û ez jî ji xwe re li ser girê jora wargeha me xayiz bûme. Li tava ku pirteqalî bûye û hêdî hêdî dixwaze biçe ava, temaşe dikim. Di wê navberê de çend heval hatin ji bo kîvarkan kom bikin. Ji xwe me hemûyan xwarina êvarî xwariye. Hîna min bersiv ji pirsa xwe re nedîtibû hevalan gotin, “Du malbat hatine mêvandariya me”. Mêvanên me jî mirovên hevala Şevîn in. Yek ji wan malbata şehîd Avareş e ya din jî malbata hevalê Seyid Riza ye.

Di sala 2012 de dema ku Seyîd Riza ji bo hemleya şerê şoreşgerî derbasî Şemzînanê dibû, min li ser rê wî dîtibû. Sohbeteke me ya kurt çêbibû. Ciwanekî jîr, wêrek û qederekê jî ji xwe razî bû. Ji xwe razî bû, ji ber ku di Dibistana Perwerdeya Apollo ya Fermandariyê de sê stêrk girtibûn. Ango tê wateya piwanên herî bilind. Her çiqas ku gerîla bi dilnizmbûna xwe bêne nasîn jî, lê ya Seyîd Riza ji ber temenê ciwaniyê, nav û navnîşana fermandarê bi sê stêrk, ji xwe razîbûneke li hevhatî lê zêde kiribû. Piştî demeke li ser Hemleya Şerê Gel yê Şoreşgerî re derbas bû, navê gerîla Avareş ku bi kesayeta xwe ya leheng, bi jiyana xwe ya kelecanî, fedekar û şehadeta xwe ya egîdî şopeke mezin li ser hevalên xwe hiştibû, li çiya vedida. Hingî min rastiya kesayeta wî ji hevalên wî bihîstibû, mîna ku ez bi salan pê re mabim, dinasim. Belkî jî hin caran ji bo mirov hevûdu binase, dîtin ewqas gîrîng nabe. Ji xwe ji bo jiyan û hevaltiya gerîla qet nabe. Pêngava şerê şoreşgerî bi serketineke ku mora xwe li dîroka gelê Kurd daye bi dawî bû. Bi qasî şahiya serketina vê berxwedanê, êşa cangoriya jî ne kêm bû. Belê, her tişt di vê jiyanê de du aliye. Bi qasî ku nîvê mirov ji êşê dişewitîne, nîvê din jî bi rûmeta wê, te hênik dike. Mirov bi hêbûna van herdu dijberbûna dikare bêje ku ez heme.

Di vê jiyanê de, nixasim li serê van çiyan tiştek ji xwe berê nabe, misoger nîşana tiştekî veşartiye. Disekine, radiweste li benda hatina kêliya xwe dimîne. Piştî salekê di sibeheke biharê de min Seyîd Riza di goristana şehîdan de li ber goristana şehîd Avareş sekinîbû, dît. Di vê êvara biharê de jî em dayik û bavê herdu hevrêyan bi hev re pêşwazî dikin. Malbatek jê hatiye lawê xwe bibîne, ya din jî hatiye tirba wî bibîne. Yek dijî, yek jî şehîd e. Bi hev re li kêleka hev rûniştine. Di kêliyên wiha de nabe ku mirov ji dualîbûna wiha re nebêje ku bê edalet e. Ji ber ku ev dualîteya ku em behsa wê dikin xwe dispêre zihniyeteke deshilatdar û dagirker. Lewra ji adaleta gerdûnê biyanî bûye û dualîteya wê ya xwezayî jî înkarbûyî ye.

Di çavên wî de rengê bihuştê

Avareş navê xwe ji gerîlayekî girtiye. Di zarokatiya xwe de wî dibîne, nas dike û pir jê bandor dibe. Paşê ew gerîla şehîd dikeve û Avareş navê wî gerîlayî radike û tê serê çiya. Ji bo em behsa Avareş bikin ti pesn hewce nake. Tenê li bîbikê çavê vî lawikê welatê çiya temaşe bikin, hûnê karibin bi rehetî rengê buhiştê, di çavê wî de bibînin. Hûriyê welatê dayikê, welatê Kurdistanê ye. Zerdexena li ser rûyê wî, bi wan çavên xwe yên keskî biharî, behsa evîneke abidîn li ser axa welatê xwe dike. Ew jî mîna her hevalekî xwe bi bayê eşqa dozeke giran sermest bûye. Bi rojê re dildar, bi stêrka sibê re hişyar e. De bes e hevalno!… Bese wî bi tiliya nîşanî hev bidin. Bi nêrînê dilê xwe wî çavînî nekin! Wê sûrişt û xwedawend bihesidin, wê wî bibin û tevlî refê xwe bikin. Wê bêjin bila asîmanê me bi rûbihiştekî wisa xweşik bi şewqtir bibe. Ma di raboriya me de destanê wisa ne gelek in? Li hev kom bibin hevalno da ku em Avareş di sedefa dilê xwe de veşêrin. Da ku kes wî ji me ne dize.

Seyîd Riza hîna jî li ber kêleka Avareş sekiniye, rûpelê çîrokên lehengên Şemzînan, di çavên wî de diqulipin. Ezmûnê jiyanê wî dilnizm kiriye, tav û bayê zozanê Şemzînanê esmerbûna wî tarîtir kiriye. Îdî Seyid dizane ku çend serketin têrê nake ku stêrkên wî biçirisîne, ya pêwîst ew e ku berê xwe bide asoyê herî bilind ya vê jiyanê û ji wir ve stêrka xwe bi destê xwe di nava stêrkan de bi cih bike. Ji ber  ku her tişt li cih û bi wateya xwe xweşik e.

Hemû hevalên wargeha me di nava kelecaneke mezin de ne. Da ku di erkê mêvanperweriyê de qisûr nekin. Dibe ku mirovên hevala Şevîn bin, lê di heman demê de dayik û bavên hevalên me ne. Ango dayik û bavên me ne jî. Şeva me bi guhdarkirina dayik û bavan geş bibû. Hesretê salên ku dûrî zarokê xwe jiyan kirine, bilêv dikirin. Geh behsa bîranînên zarokatiyên wan dikirin, carinan jî yên dema ciwaniya wan. Carinan em bi xwe re dikenandin, carinan jî digiriyandin. Şev zû, zû derbas bû.

Hesreta bi salan…

Ber destê sibehê Seyîd Riza û hevalekî xwe yê gerîla ber wargeha me ve dihatin. Dayik û bavê ku bûye deh sal kurê xwe nedîtine nema erdê ew digirtin. Dayika ku ji dûr ve kurê wê ku hêdî, hêdî nêzî dibû dît, xwe ji destê me filitand û ber bi kurê xwe ve baz da. Tirsa hemû hevalan ew bû ku tiştek ji dayikê bê, yan jî dilê wê barê vê kêfê raneke. Heval pê ve gihan û ew dane sekinandin. Di wê navberê de ew aram jî dikirin da ku wê matmayîbûnê ji ser xwe bavêje. Piştî ku dîtin ti çare di destê wê de nîne, sekinî û li benda hatina wî ma. Belkî ew çend kêlî ji bo wî bi qasî deh salên ku ji kurê xwe dûr maye dirêj bûn. Çavê xwe miç nedikir da ku çirkek be jî dîtina kurê xwe hedir neke. Ji dîtina wî û şûn de wê dihejmart ka rêya ku Seyîd Riza tê çend gav in. Li ser rûyê gerdûnê, ji bilî kurê wê her tişt tine bûbû û ne diyar bû. Di van çend gavan de ku dawiya wan nedihat çend mûyên spî li porê wê zêde bûbûn. Xwîna canê wê hemû hatibû di lamên rûyê wê de kom bûbû. Jixwe, dilê wê jî bi lez lê dida û canê wê mîna pelê darekê dihejand. Kamêreya min ku bûbû şahidê van kêliyan bi qasî dilê min, zîz bûbû. Û ew kêliya bê terîf hat…

Bila çûyin ti carî neba

Di wan kêliyên ku malbata Seyîd Riza bi dîtina kurê xwe şa dibûn, malbata Avareş ketibû bihuşta stêrkan. Ketibûn welatê stêrkan. Dayik û bav bi derbasbûna xwe re awirê xwe di nava bêdengiyê de digerandin. Dayika ku kelê hêdî hêdî zora hestê wê dibir, bi gavên giran li Avareşê xwe digeriya… Ti biçûk bû delalê min lê niha ti mezin bû ye, lê dîsa jî ezê ji wî çavên te yê biharî, ji wî kenê te yê nîsanî, û ji wê bêhna te ya emberî nas bikim. Ma pepûleyan xebera hatina min ji te re nanîbûn? De rabe delalê min ber bi min ve were. Were pêl çîmenê dilê diya xwe bike bi wan lingên nazik. Were rêya veqetînê dirêj bû, ez tî me, tene ava evîna hestên te yê kewserî tîna min wê bişkîne. Delalê min, govenda we dirêj û fire ye, lê hevalê te dibêjin tu ser çopî yî. Lê nesekine, ezê dîsa jî bigihime te. Li min negire delalê min, ji ber ku dil û çavên min weke fincana xwînê lê hatine. Ez dayik im, lê ez ewqasî jî ji te razî me. Kurê min bila çûyin ti carî nînba, bila wê gavê ev giyana dayika te di dara bişengê de ba, da ku bisk û şaxikên wê li ber bayê hênik bi ser bejn û bala te re biriba û bihata.

Her çiqas dil û cergê wan li vir mabe jî, mêvanên me ber û warê xwe ve bi rê ketin û çûn. Ango rêkên berdewamkirina jiyana xwe ji hev cuda bû. Lê armancên me yên azadiyê ti carî ji hev cuda nabe. Lewma diyar e ku hemû dualîbûn ji dijberbûnê pêk nayê. Dualibûna hişk a ku ji zanebûna gerdûnî qut, ji dijminahî û dijminbûnê pêk tê.