“Zekî roniya Kurdistanê, roja Êzîdxanê bû. Divê em hesabê Mam Zekî bipirsin! Em hene û em ê hebin. Em hişyar bûn. Kevirên serketinê li ser hev tên danîn.“
EGÎD EREN / CELLE
Piştî ku endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Mam Zekî Şengalî di encama êrişeke dewleta Tirk şehîd bû, hêrsa civaka Êzîdî danakeve.
Li bajarê Elmanyayê Celle ku gelek Êzîdî lê dimînin, pêr êvarê qederê 2 hezar kesî li ber avahiya şaredariyê civiyan. Xwepêşandêr ji wir heta bi navenda bajêr, meydana Grosson Planê meşiyan. Xwişka Mam Zekî Şengalî û zarokên wî bi cilûbergên reş li pêşiya korteja meşê cihê xwe girt û di destê wan wêneyên Mam Zekî Şengalî hebûn. Di meşê de pankarta li ser nivîsandî “Cangoriyê Têkoşîna Azadiyê Namirin) hatin hildan.
‘Êdî Şengala Xweser nas bikin’
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa (KJA) û Meclîsa Jinên Êzîdî pêşengî li çalakiyê kir. Di mîtînga piştî meşê de li ser navê NAV-YEK´ê Îzettîn Baran got, êrişa li dijî Şengalê ne tesadurf e û dewama Fermana 74´an e. Baran got, di şexsêl Şengalî de ya ku kirin armanca êrişî rêxistinbûyîna gelê Şengalê û avahiya wî ya xweser bû. Baran got, “Dewleta Iraqê, PDK û dewleta Tirk êriş bi hev re kir. Em ê Mam Zekî ji bîr nekin, êriş li dijî me hemûyan hat kirin. Weke miletê Êzîdî em ê li ser rêya te bimeşin.” Baran xwest êdî rêveberiya Şengalê fermî bê qebûlkirin û YBŞ jî weke artêşa neteweyî.
Sibe bibîranîna ji bo Mam Zekî heye
Berdevkê Meclîsa Gel a Celle Ahmet Yaltin jî wiha peyivî: “Ew bawer dikin ku bi şehadeta Zekî Şengalî, ew ê me tine bikin. Em ê ji bo hurmeta wî, xwedî li mîrasa wî derkevin.” Li ser navê Meclîsa Jinan a Celle jî Aliye peyivî û got, “Gelê Kurd wê serê xwe li ber van êrişan netewîne. Em ê hesabê vê komkujiyê ji dewleta Tirk bipirsin.” Wê paşê her kes vexwend ku beşdarî çalakiya bibîranîna Zekî Şengalî ya sibe bibe ku wê li Celle bi rê ve biçe.
‘Em pê serfiraz in’
Xwişka Mam Zekî Şengalî ya mezin, Xezal Ferman jî wêneyê birayê wê di destê wê de got, birayê wê dilê Kurdistanê ye û wiha peyivî: “Ji bo Mam Zekî Şengalî rabin ser piyan. Zekî Şengalî ji bo rûmeta Ezîdîxanê li Şengalê bû. Weke malbata Zekî, em bi wî serfiraz in. Birayê min di jiyana xwe de timî têkoşiya.”
Hîna nû 2 malbat li hev anîbûn
Biraziyê Zekî Şengalî, Hasan Özden jî got, Qasim Şeşo di reşkujiya li dijî Şengalî de weke sîxur bi dewra xwe rabûye û wiha peyivî: “Minaqeşe kirine, ji dewleta Tirk re gotine, werin êrişekê bikin! PDK û DYE´yê jî di komployê de cihê xwe girt.
Beriya şehadeta xwe bi 2 saetan hîna nû 2 malbat li hev anîbûn.”
Mîrateke mezin ji me re hişt
Hevrêya Zekî Şengalî, Xanê Agal jî di axaftina xwe de got, “Zekî roniya Kurdistanê, roja Êzîdxanê bû. Her kesa ji xwe re dibêje Êzîdî, divê rêya Mam Zekî bide ber xwe, lewma wî mîrateke mezin ji me re hişt.
Divê em hesabê Mam Zekî bipirsin! Em hene û em ê hebin. Em hişyar bûn. Kevirên serketinê li ser hev tên danîn. Ti kes nikare têkoşîna rawestîne!”
Li ser navê şoreşgerên înternasyonalîst jî di çalakiyê de Rengîn peyivî, hevgirtina Elmanya û Tirkiyeyê protesto kir û got, ew li cem gelê Kurd cihê xwe digirin.
‘Mam Zekî namire’
Êrişa dewleta Tirk a li Şengalê û şehîdxistina Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî, li bajarê Swêdê Gavle yê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Çalakî bi bnga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Gavleyê pêk hat. Parlamentera Ewrûpayê ya Partiya Keskan, Bodil Valero li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist ku yên herî zêde li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan e, Kurd in. Valero welatên rojavayî sûcdar kir ku li pêşberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê bêdeng in.
Valero der barê serdana xwe ya Amedê de axivî û got, “Erdogan rê li ber atmosfereke tirsnak vekiriye. Hewl dide vê yekê li nava Ewrûpayê jî bike. Tevî hemû zext û êrişan jî li wê derê mixalefeteke zindî û xurt heye. Ev yek me kêfxweş dike.”
Siyasetvanê Kurd Bettal Betê jî welatên rojavayî rexne kir ji ber ku li pêşberî êrişên li ser Kurdistanê bêdeng in. Batte bang li hemû welatan, bi taybetî hikûmeta Swêdê kir, ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê helwêstê nîşan bidin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Mam Zekî namire” hatin gotin.
ANF/GAVLE