Nivîskara li Leipzigê ya Kurd xelata xwîneran girt. Ev nivîskara hanê Ronya Othmann e ku bi xwe li Leipziger Literaturinstitut xwendekar e jî. Ew di 43´yemîn Rojên Wêjeya bi Elmanî li Klagenfurt de hêjayî Xelata Xwîneran hat dîtin. Di nava xelatê de xelata pere ya 7 hezar euroyî jî heye. Ji bilî wê 4 xelatên din jî tên dayin û ji xelatên girîng ên wêjeyê ye li deverên Elmanî dipeyivin.
Xelatên din ji Leander Fischer (Deutschlandfunkpreis, 12.500 euro), Julia Jost (Preis der Kärntner-Elektrizitäts-Aktiengesellschaft, 10.000 euro) û Yannic Han Biao Federer (3sat-Preis, 7.500 euro) çûn.
Ronya Othmann li Klagenfurtê metna bi navê “Vierundsiebzig (Heftêûçar)” xwend ku pê îşaret bi qirrkirina bi destê DAIŞ´ê ya li dijî Êzîdiyan dike. Yên ku dengê xwe dan ji bo ku ew xelata xwîneran bistîne, pesnê wê dan bi terîfa “gotina wê ya xurt” û pê re jî got, ew “şahidiyeke dîroka dema nêz e”, ji bo terzê wê yê wêjeyî jî “tesîrker û bi stîla xwe harîqulade” hat gotin. Ya ku wekî din di sedema xelatkirinê de bal kişand ser xwe îfadeya “dengek e ku divê bê bihîstin” e.
Ronya sala 1993´yan li Munchenê ji dayik bûye û ji sala 2014´an ve li Deutschen Literaturinstitut (Înstîtuya Wêjeyê ya Wêjeyê) li Leipzigê dixwîne.
KLAGENFURT