Belgefîlma “Roza: Welatê Du Çeman” a ku derhêneriyê vê Kutbetttin Cebe dike û bi alîkariya Rojava TEV-ÇAND û Komîna Fîlm a Rojava pêk hatî, fragmana xwe da weşandin. Derhênerê belgefîlmê Kutbettin Cebe da zanîn ku naveroka belgefîlmê Xweseriya Demokratîk e û dixwazin li Amed û Qamişloyê hemwext nîşan bidin. 

Belgefîlma ‘Roza: Welatê Du Çeman’ ku çêkeriya fîlmê Komîna Fîlm a Rojava û derhêneriyê wê Kutbettîn Cebe dikir,  fragmana xwe weşand. Derhênerê belgefîlmê Kutbettin Cebe destnîşan dike ku bi rêya belgefîlmê dixwazin projeya Xweseriya Demokratîk bidin danasîn.


Dixwazin li Qamişlo û Amedê hemwext nîşan bidin

“Roza: Welatê Du Çeman” bi derhêneriya Kutbettin Cebe û li gel alikariya saziya çandî a Rojava TEV- ÇAND û Komîna FÎlm a Rojava hat çêkirin. Kutbettîn Cebe diyar dike ku di Sibata 2015’an de dest bi çêkirina belgefîlmê kirine û girtina dîmenan meha Nîsanê bi dawî bûye lê ji ber pirsgirêkên teknîkî montaj û pevxistina fîlmê hinekî dewam kir. Her wiha Cebe da xuyakirin ku dema nîşandana belgefîlmê hê ne zelal e lê dixwazin li Qamişlo û Amedê hemwext nîşan bidin,


Naveroka fîlmê Xweseriya Demokratîk e

Cebe armanca çêkirina belgefîlmê wiha vegot: “Fikra çêkirina belgefîlmê cara ewil bi çûyîna min a Rojava dest pê kir. Şoreşa Rojava di sala xwe ya sêyemîn de bû û her wiha xebatên ji nû ve avakirinê bi lêz û bez dewam dikirin. Li aliyekî şer hebû û ji aliyekî saziyên Rêveberiya Xweser karên xwe pêk dianîn. Gava ku li Rojava jiyaneke nû dihat hûnandin dinyayê tenê şerê diqewimî didît. Kesî sedema şer û tişta Rojava ji bo wê şer dikir, nedidît. Belgefîlma me jî hinek nîşandana azadî û wekheviya li Rojava li dar e, dike armanc. Em dikarin bibêjin ku naveroka fîlmê Xweseriya Demokratîk e.”

Herî dawî Cebe bi bîr dixe ku hedefa wan ji belgefîlmê ew e ku him danasîna projeya Xweseriya Demokratîk bikin him jî vê projeyê wekî mînak ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn derxin pêş.


Welatê ku roj û hêvî lê geş dibe

Xebatkarê Komîna Fîlm a Rojava ku di çêkirina belgefîlmê de alîkariyek mezin da, Diyar Hesso derbarê belgefîlma “Roza: Welatê Du Çeman” de got, xebatên wan ne tenê bi çêkirina fîlman ango çêkirin û hilberîna fîlman sînordar e û wiha peyivî: “Wekî tê zanîn em xebatên mîna, sazîbûyîna sînema, rêxisitinkirina sazî û kesên sînemager, perwerdeya sînema, nîşandana fîlman û hwd pêk tînin. Her wiha di beşê hilberînê de, produksiyon, em ne tenê projeyên komînê çêdikin. Lê belê em alîkariyê û hemahangiyê bi hemû sînemagerên hundir û derve re dikin ku hunera xwe bi azadî biafirînin. Xebata vê fîlmê jî hinekî wisa bû. Hin sînemagerên Kurd ji Bakurê Kurdistanê serî li saziya me dan, projeya xwe pêşkêş kirin, me jî guncaw dît û êdî me produksiyona wê kir û alîkariyên teknîkî û kesan û manewî pêşkêşî wan kir. Vê xebatê par dest pê kir, kar ew bi xwe di qunaxa meh û nîvekê de bi dawî bû, lê heta demeke nêz de jî, ji ber ku hin kêmasî derketibûn, me nû bi dawî kir. Fîlm behsa sîstema Rojava dike û navê Roza hate hilbijartin ji bo filmê. Roza jî ji xwe ji Rojê hatiye ji Rokê (guneş) yanî welatê ku roj lê hiltê, welatê ku roj lê geş dibe hêvî lê geş dibe.”




ÎBRAHÎM BULAK/NAVENDA NÛÇEYAN