Rozeta YPG´ê ji polîs stand
NÎHAL BAYRAM
MAINZ
Polîsê Elman ji 2014’an ve qedexekarî û êrişkariya xwe ya li dijî nîşan û sembolên YPG´ê dewam dike. Li Hamburgê çalakvana Mafê Mirovan, E.N. ya ji Spanyayê, ji ber ku rozeteke YPG´ê pê ve bû ketibû ber dozeke ceza de. Doz ji ber nebûna delîlan 21´ê Hezîranê ket.
E.N. #´yê Sibatê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî efrînê beşdarî çalakiyeke protestoyî bûbû. Dema diçû di çalakiyê polîsên Elman ew dan rawestandin û îdîa kirin ku rozeta bi berstûya wê ve qedexe ye û dest danîn ser. E.N. çiqasî got, ev ne qedexe ye jî polîsan a xwe kir.
Ji qereqolê berê xwe da çalakiyê
E.N. ya ku nasnameya wê ne li ser bû, parêzerê wê çû mala wê nasnameya wê bîne. Di vê navê de polîs ew bire qereqolê û li wir bi darê zorê xwest li ser wê bigere. Piştî ku nasnameya wê ji aliyê polîs ve hat tesbîtkirin, E.N. û parêzerê wê bi hev re beşdarî çalakiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bûn.
Paşê jî bi îdîa ya ’Belavkirina nîşanên saziyên qedekirî û li deverên li raya giştî vekirî bikaranîna wan' ket ber lêpirsînê.
Lêpirsîna lê hatî vekirin ji ber nebûna delîlan hat xistin.
E.N. ya ku rozeta xwe ji polîs stand, 10´ê Hezîranê bi şîara "azadkirina alahilgiran" mîtîngek li ber avahiya dadgehê li dar xist.