Hin tişt hene, bi wateyê xwe ve dibin weke nîşaneyek û xwe li dîrokê ve dizeliqînin. Weke ku desthilatdarên Yewnanan bi destê gel biryar girtin û zanyarê wê demê Sokrates ceza kirin. Sokrates bi giyajehrek ve hate kuştin. Dema ku Sokrates ew jehr vexwar, ew wêne (resm) bû wekî resmeke nîşandana neheqiyê û mirovahî tu car ew resm ji bîr nekir. Mesîh Îsa bi awayekî normal nehat kuştin, bi çarmixê (darexaçî) ve hate kutandin û ew resm jî tu car ji ber çavên Mesîhiyan neçû, ji ber çavên tevahî însanan jî wenda nebû. Li dîrokê minakên wiha gelek gelek in... Zilma Dehaq, zilma aforozkirina dêra Xiristiyanan, li Kerbelayê kuştina Hûsên û zarokê wî ya biçuk, bombebarankirina Hîroşîma, zilma Hîtler, jêkirina tiliyên Che Guevera û hwd... Wêneyên van yekan nayên ji bîrkirin... Ji ber ku carna bi destê mêtinkaran zilm û îşkenceyên gelek mezin têne kirin û zemanekî şunde tê ji bîr kirin, lê hin caran jî lêdanek, an jî em bêjin neheqiyek were kirin, heta biçuk be jî, dibin wek semboleke zilm û zordariyê û tu car nayên ji bîrkirin. 
Li weneyê Ahmet Turk baş binêrin...
Zilm û zordariyê ku gelê Kurd heya naha dîtiye, di dîroka însanetiyê de wek minakin. Gava Tirk ji durî Asyayê siwarbûn û hatin li vê derê, ji wan salan bigirin heyanî îro zilm û zordarî, bi her awayî li ser axa Kurdistanê kêm nemaye. Şerên herî qirêj hatiye şopandin. Kuştin, îşkence, girtin û hepiskirin, gundşewitandin, tecawiz û em bêjin her çiqas qilêrî û rûreştiyê mirovahiyê heye, hetanî îro li ser axa Kurdan hatiye ceribandin. Lê Kurd her tim li ber vê zilman ber xwe daye. Tu car kîn û hêrsên xwe li ser sîstema dewletê nezivirandiye cihekî din; em bêjin bir hêrs nemeşiyaye û tekoşîna xwe ji humanîzmayê ji dûr nexistiye. Lêbelê li wêneyên Ahmet Turk ku do li Elihê hate kişandin, baş binêrin. Kurd, wêneyên wisa tu car ji bîr nake. Ew wêne weke kulek wê bikeve di nav dilên xort û ciwanên Kurd û tu car jî kesek nikare ji wir derxe.
Ez bi navê xwe bêjim, heya niha gelek zilm û êşên dewleta Tirk dîtime û bi beden û canê xwe ve kişandime. Lê nêrîna min a siyasî tu car nehatiye guhertin, heya naha jî bi her awayî wek nêrîneke siyasî dom kiriye. Pirsgirêk çi dibe bila bibe, wek siyasî hûrdihêrînim û nirxandina min her tim li ser sîstem û civaknasiyê tevdigere. Lê ez roja borî virve li wêneyên Ahmet Turk dinêrim, videoya ku axiviye temaşe dikim, nirxandina min a siyasî sivik dibe û hêstir tijî li çavê min dibe. Difikirim, gelo ew ên ku dewleta Tirk bi rê ve dibin, qet nafikirin ku xort û ciwanên Kurd wê çawa van wêneyên bi êş ji bîr bikin? Wê çito bibe ku gelê Kurd û gelê Tirk bi rewşa îro ve hevdu hemêz bikin û aşitiyeke qewîn pêk bînin û damezrînin?
Îro li ber çavên gelê Kurd, weke tabloyek ruçikeke werimî yê Ahmet Turk disekine. Ew wêne, wekî sembolekê ye. Sembola sîstema dagirkeriyê, sembola hêrsê, sembola zilm û zordariya rayedar û polêsên dewleta Tirk disekine ew wêne. Riya aşitiyê, ji zêdenekirina van wêneyan derbas dibe. Îro, ji her roj zêdetir dema paqijkirina bandora van wêneyan e. Ji ber ku talukeyeke mezin pêk hatiye û li derê herdu gelan e. Lê wer dixuya ku rayedarên Tirk, hê jî van tiştan famnekirine.