Tevî ku ev biryara DYE´yê û nexasim jî hinceta wê cihê nîqaşê ne, rastiyê darî çav ew in ku DYE´yê ev daxuyanî da. Herçî Rûdaw e nûçeyeke qerase weşand û îdîa kir ku eskerên emerîkî tevî pêşmergeyan xwestina êrîşê DAIŞ´ê bikin, lê belê PKK û YPG´ê destûr nedaye. Nûçe bi zimanekî pirr subjektîf hatiye nivîsîn û mirov nizane ka çavkanî bi rastî çi ye. Diçibe axaftineke li qehweyeke gund (nûçeya bi sernavê ´gerîlayên PKK û YPG´ê êrîşa li ser çekdarên DAIŞ li Şengalê têkbirin ya roja 14.08.2014´an). Ango bi awayekî eşkere dibêje DYE derewan dike, ez rast dibêjim. Helbet ev mimkin e, lê kanî çavkaniyên te? Ma ´filankeso (bi rastî jî ti nav û erk û tiştekî din der barê çavkaniyê de nîne) ji me re got û bawerî pê tê´ dibe nûçeyeke bawerî pê bê? Ma mirov evqasî eşkere jî derewan dike? Diyar e, erê, ma ku mirov şerm neke, dikare her tişta din bike. Baş e ji bo çi ev nûçeyên bi vî rengî? Tevî ku şexsê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê bi xwe çû serdana gerîlayên Mexmûr rizgar kirî û ji wan re got "em birayêd yek in" Rûdaw gerîlayan naxwaze bibîne û bi ser de jî nûçeyên derew belav dike. Ti sedema maqûl a insanî diyar nîne. Bi tenê yên ne insanî dimînin ku ez naxwazim li vir niyeta wan texmîn bikim. Jixwe ez nikarim niyeta ti kesî jî bixwînim. Lê ev nûçe û yên weke vê yên ku ti mentiqekî bi awayê diyar mirov dikare têbigihije çima tên belav kirin, xwedî tesîreke mezin in ti bêîtîbarbûna Rûdawê de. Ev yek cihê heyfê ye. Xweziya Rûdaw wisa tevnegeriya. Lê ew çêtir dizanin. Li cem me dibêjin çermê rûyê wan bûye şekal; êdî heke şerm dikin "xwa" bila ji vê şaşiyê vegerin, û heke na jî, bi bêariya xwe çermê rûyê wan bûye şekal… Xwedê û Tawisî Melek wan hêdayet bike!
LUQMAN GULDIVÊ