Cûma Balikçi ji bavê xwe hînî karê verotin û şekirina keviran bûye. Ev 30 sal in jî vî karî dike. Ew dibêje, di navbera wî û keviran de têkiliyeke xurt heye û got, “Ez berê keviran diyar nakim, kevir berê min diyar dikin.” Operatorê kepçeyê Cûma Balikçi 50 salî ye, li mala xwe ya li navçeya Amedê Sûrê bi verotina keviran hunerê xwe tetbîq dike. Mîrateya ku ji bavê xwe wergirtiye heta roja me ya îro aniye. Balikçi, têketina mala xwe kiriye atolye. Balikçi, kevirên ku teşe dide wan ji Qerejdaxê berhev dike û weke usûla berê bi bizmar, çakûç, aşê keviranteşe dide keviran. Ew kanî, destar û destşokan ji kevirên Qerecdaxê çêdike. Her wiha sehpa, vazo û hêlînên kevokan jî li keviran çêdike. Balikçi dibêje, ew hez ji verotina keviran û ji keviran dike û dibêje, “Bavê min ji Ermeniyan hînî vî hunerî bûbû û ez jî ji bavê xwe hîn bûm. Ez berê keviran diyar nakim, kevir berê min diyar dikin. Karê verotina keviran karekî zor e, lê dema ku teşeya tê xwestin derdikeve holê, îlhamê dide mirovî. Ez dixwazim vî hunerî bigihînim nifşên nû. Ji niha ve hînî zarokên xwe dikim.” MA/AMED