Neviyên Ûsibê Seydo, gelek kilamên Dengbêj Mihemedê Canşah berhev kirin û bi rêya şirketa xwe Ozyildiz Muzîkê ew weşandin. Dengbêj Canşah ji wan dengbêjên kêm tê nasîn e. Wî û Şakiro li dîwanan kilam avêtine ber hev.

DENÎZ ÎKE / ANF/AMED

Mihemedê Canşah yek ji wan dengbêjan e ku bi huner û berhemên xwe di dîroka Kurdan de xwedî cihekî taybet in. Neviyên Ûsibê Seydo kilamên Mihemedê Canşah berhev kirin û gihandin xelkê.

Çanda dengbêjiyê ne tenê qehremaniyên dîroka Kurdistanê gihandin roja me ya îro, di heman demê de li dijî qirrkirin, bişaftin û tinekirina çanda Kurdî jî yek ji meydanên bîr, hiş û parastina nirxan e. Gelek destanên gelê Kurd jî bi dengê dengbêj Mihemedê Canşah hatine vegotin û bi kilama ‘Mala Ûsibê Seydo’ balê dikişîne ser Serhildana Ûsibê Seydo. Dengbêj Mihemedê Canşah dibêje, “Eman heyla lê dayê, heyla lê dayê, Texsîmayê girega Zîgo digo lêlê Rehîmayê, belkî bila ocaxa Romê kor be dayê, Ecela mala bavê min li qelaca li dinyayê, Bihar e li konê Ûsibê Seydo derbekî berdaye bedena lawê wî dadayê…”

Ji kêmnaskiriyan e

Polîtîkayên qirrkirinê çawa doh bi destê dewletên Tirk, Îran, Sûriye û Iraqê dihatin kirin, îro jî dewam dikin. Ji ber polîtîkayên qirrkirinê yên bi salan ên bi destê dewleta Tirk, gelek berhemên çanda Kurdî jî hatin talankirin. Dibe ku mirov gelek dengbêj û stranbêjên wekî Şakiro, Zahiro, Kerapêtê Xaço, Meyremxan, Eyşe Şan û wekî din nas bikin, lê gelek dengbêjên wekî Mistefayê Kor, Seyîdxanê Kal, Mistefayê Xeloyê Heyran, Resoyê Ûsiv û Mihemedê Canşah pirr kêm tên naskirin.

Wî û Şakiro kilam avêtine ber hev

Mihemedê Canşah sala 1933’yan li gundê Delîklî yê girêdayî Qereyaziya Erziromê hatiye dinê. Mihemedê Canşah dibistana seretayî û navîn li wê herêmê xwendiye û jiyana wî demekê li wir bihuriye. Lê ji ber hin pirsgirêkan sala 1970’yî diçe Elmanyayê. Bi qasî 17 salan li Elmanyayê dimîne. Mihemedê Canşah bi gelek dengbêj û hozanan re kilam gotine û bi taybetî bi dengbêj Şakiro re gelek kilam avêtine ber hev. Canşah bi xwe jî şagirtê Mistefayê Xeloyê Heyran e. Mistefayê Xeloyê Heyran jî ji gundê Kazicelaleyê yê Qereyaziya Erziromê ye û hema bêje mamosteyê hemû dengbêjên wê herêmê ye.

Ji bo kilaman pere nestandine

Kilam û stranên Mihemedê Canşah zêdetir li ser dîrok û çanda Kurdan in. Piştî ku bi salan li derveyî welat dimîne û kilamên xwe dibêje, di dawiyê de vedigere welatê xwe. Dema dengbêj Mihemedê Canşah tê gotin, tenê kilam û stran nayên bîra kesên wî nas dikin, di heman demê de bi sohbet, çûna şîn û şahiyên xelkî jî tn bîr amirov, lewma ew kesekî gelekî nêzî civakê bûye. Li gorî agahiyên kesên wî nas dikin, kesekî gelekî xêrxwaz e û bi berdêla pereyan ti kaset tijî nekirine û ne jî bi pere ji kesî re kilam gotine. Navê dengbêj bi xwe Mihemed e, lê bavê wî wekî Canşah wî pênase dike. Canşah piştî demekê li welat dimîne, sala 1999’an koçberî Stenbolê dibe û sala 2003’yan li Stenbolê wefat dike. Mezelê Canşah li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê ye. Neviyên Ûsibê Seydo gelek berhemên dengbêj Mihemedê Canşah li fîrmaya Ozyildiz Muzîkê ya li Stenbolê tomar kirin. Xwediyê Ozyildiz Muzîkê, Orhan Erdal e. Rêveberên vê fîrmaya muzîkê bi rê ve dibin, dibîjin, ew neviyên Ûsibê Seydo ne. Wekî gelek kes jî dizanin, eşîra mala Ûsibê Seydo di serhildana Agiriyê de xwedî nav û deng in.

Kilam berhev kirin û çap kirin

Dengbêj Mihemedê Canşah li ser serhildana mala Ûsibê Seydo kilam gotine. Neviyê Ûsibê Seydo, Orhan Erdal dibêje, dengbêj Canşah li ser serhildana kalê wan gelek kilam gotine, ji bo minetdariya xwe ya ji bo dengbêj Canşah jî wan gelek kilamên wî berhev kirine û albûmên wî weşandine. Neviyê Ûsibê Seydo, Orhan Erdal têkildarî dengbêj Canşah dibêje: “Em ne wek fîrmaya Ozyildizê, wek neviyên Ûsibê Seydo, Mihemedê Canşah bi hurmet bi bîr tînin. Xwedê wî bi bihûşta xwe şad bike. Bêguman kurê wî Remzî û neviyê wî Kenan Aslan jî di aliyê berhevkirina berhemên wî de gelekî bûn alîkar û îro ev berhem gihiştine gelê Kurd ê hêja.”