CÎHAD HEWRAMÎ
ROJNEWS/HELEBCE
Şêwekarekî ji Helebceyê, wêneyên helbestvan û kesayetên navdar ên Kurd li ser camê dineqişîne.
Sebah Omer ku bi navê hunerî Karbîn tê nasîn, hunermendekî xêzkirina li ser camê yê bajarê Helebceyê ye. Ev 30 sal in tabloyan çêdike bi xêz û neqşan. Beriya niha bi sê salan di çarçoveya giringîpêdan û kevinbûna karê hunerî de ji xwe re şêwazekî nû hilbijart ku ew ji li ser şûşeyên camî yên krîstal, wêneyan xêz bike.
Neqişandina wêneyan li ser şûşeyan, karekî pîşeyî yê şirketan e û jixwe şirketên mezin bi vî karî radibin. Lê şêwazê ku Helebceyî bi kar tine, bi amêrekî sade bi dîqet û karekî hûr e. Ji ber ku xeletiyeke biçûk dikare hem wêne xirab bike û hem î camê bişikîne.
Projeyeke ji bo siberojê
Di nava van her sê salan de wêneyên çendîn helbestvan û kesayetên navdar ên Kurd li ser şûşeyên krîstal neqişandiye. Armanca wî ew e ku karê xwe berfirehtir bike û nexasim ji wêneyên helbestan, kesayet, hunermend û siyasetvanên herçar parçeyên Kurdistanê li ser cama krîstal bineqişîne. Ji bo vê jî, dê di demeke kin de dest bi komkirina wêneyan bike û di dema pêş de vê armanca xwe pêk bîne.
Weke muzexaneyekê
Karbîn dixwaze cihekî çêke ku tê de hunerê xwe pêşkêş bike ku bi tabloyên helbestvan û kesayetên navdar ên bajarê Helebceyê bixemilîne. Dema kesek bê bajarê Helebceyê ji bo gerê pêwîst e hunerek bi vî rengî bala wî bikişîne. Ji ber vê jî daxwaz ji berpirsên bajêr dike ku cihekî taybet ji bo vî karî bidin avakirin.
Sebah Omer rexne li berpirsên bajarê Helebce kirin ji ber ku heta niha ev daxwaz bi cih nekirine.