Ev filma bi Ingilîzî ya behsa sala 1985´an a li paytexta Îrlandayê Dublinê dike, hewldaneke seyr a derhêner Whit Stillman e: Ew pê xwe bi eqarên krîza aborî ya hingê Îrlanda dayî ber xwe, dramayeke di nava malbateke katolîk de ya devjihevberdanê dixe, û hemûyan jî li derdora xewna ciwanekî 15 salî reşandiye.

Cosmo (Ferdia Walsh-Peeleo) kurê duyem ê malbatekê ye ku hem krîza aborî derb lê daye û hem jî jin û mêr devjihev berdidin. Ji neçarî wî ji dibistana taybet digirin û dişînin dibistaneke katolîk a gelemperî. Li dibistanê pêşî pirsgirêka rengê pêlava wî û serhildêriya wî ya li ber rahibê ku midûrê dibistanê ye nîşanî me dide, ka çawa zarokên dibistanê çawa mexdûrê şidetê ne. Li aliyê din hem bi nûçeyên televizyonê û hem jî bi diyalogên di nava malbatê de em bi krîza aborî û koçberiya pêl bi pêl ber bi Ingilistanê ve dihisin. Di heman demê de ev salên destpêkê yên klîpên balkêş/sosret (êdî mirov çi navî lê dike bi dilê xwe ye) ji bo muzîka popê jî xwe li nav çav û guhên me dixin.

Ev herdu kanalên agahdarkirina temaşevan ji serî heta dawî di nava saetek û 43 deqîqeyan de her tên pêşberî me. Şidet jî ne bi rêveberên dibistanê sînordar e. Eamon ê ku li dibistanê bi çetellastîka xwe û bi girşê xwe yê mezin xwe li ser hemû qelsan û nûyan ferz dike jî pêşî weke kesekî şidetê bi kar tîne, diyar e.


Derew, xeyal û rêwîtî

Ha di nava vê dorhêla Dublînê de Cosmo keçeke 16 salî li devê dibistana xwe dibîne û diçe ku pê re bipeyive. Raphina (Lucy Boynton) keçeke ku xeyala wê ew e biçe Londonê û bibe modelek. Cosmo jî dibêje ew di komeke mûzîkê de ye û amadekariyên çêkirina klîbekê dikin. Ev derewa bêguneh divê bibe rastî û ji bo wê jî lêgerîna endamên komê destpê dike. Cosmo çend ciwanên di emrê xwe de û ji dibistana xwe peyde dike ku di warê înstrûmanan de pirr jêhatî ne. Ew jî ji bo Raphinayê gotinan ji bo awazên xwe dinivîse. Ev çîroka Cosmo û Raphina û girtina dîmenên pêşî yên klîpê wan nêzî hev dike; lê kurekî 18 salî û xwedî erebe di navbera herduyan de heye. Raphina jî xwe bi vî kurî ve girêdaye ji bo xewna xwe ya çûna Londonê. Tevî ku di dema girtina dîmenê klîpa duyem de evîna Raphina û Cosmo bi gewde dibe jî û heta Raphina ji Cosmo re dibêje, “Erê, te îşê min û hevalê min ê din jî berbat kir”, dîsa jî ew bi hevalê xwe re diceribîne biçe Londonê: Ango soza hatina girtina klîpa sêyem bi cih naîne.

Cosmo li hember şideta midûrê dibistanê jî stranekê dinivîse û amadekariyê konsereke li dibistanê dike ku wê li wir hem muzîka xwe bide nasîn û hem jî midûr bike der. Raphina ya di vê navê de ji hevalê xwe lêdan xwarî û bi eqarê Londonê jî neketî xwe ji Cosmo vedidize. 

Cosmo bi Eamon re li hev dike, piştî ku tê derdixe ku bavê wî serxweşek e û timî li wî dixe: Eamon wê bibe parêzvanê komê di konserê de. Konsereke serketî ya ku di dawiya wê de midûrê/rahibê zilm ji neçarî direve, Raphina di strana dawî de tê cem Cosmo û biryar didin ku bi hev re berê xwe bidin Londonê, mekanê xewna Raphinayê: Lê ne wisa bi gemî û balefirê, bi kelekeke kevin a bapîrê xwe. Bi dîmenên vê rêwîtiyê film bi dawî dibe.


Serketina mûzîk û dialogên xwezayî

Film herî zêde bi mûzîka xwe û bi wan kêliyên xwezayî yên dialogên di navbera ciwanên 14-15 salî de serketî ye. Mirov bibêje, bi tenê ji bo mûzîka wê jî film hêjayî dîtinê ye, wê ne mubalexe be. Lê xwezayîbûna têkiliyên di navbera zarokan de, di navbera xwîşk û birayan de û di nava malê de ku mirovî gelek caran bi tîqetîq didin kenandin, xurtiya film a bi rastî ye. Ev filma bi fînansmana Elman a 2016´an yek ji filmên serketî yên îsal diyar e.



LUQMAN GULDIVÊ