
Pêngava 15’ê Tebaxê di salvegera 31. de li qadên gerîla bi merasîmeke leşkerî ya bi beşdariya gelek gerîlayan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, Fermandara Navenda YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên HPG’ê Îrfan Amed û Bawer Dêrsim amade bûn. Karayilan di axaftina xwe ya li merasîma leşkerî de diya rkir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin e û destpêka pêvajoyeke nû ye.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de „Cejna Vejînê“ li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz kir. Karayilan di kesayetiya Mahsûm Korkmaz de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got, „Em ê Kurdistana azad û demokratîk ku armanca wan e bi cih bînin, bîranînên wan di bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê de bidin jiyîn.“
‘Ji Kerkûkê heta Kobanê...’
Mûrat Karayilan da xuyakirin ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên mêtîngeriya kûr li pêş çavan e û destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji Kerkûkê heta Kobanê, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd, di nava berxwedaneke mezin de ne, roleke mezin dilîzin û parastin bi ser xistine. Karayilan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: „Li Şengalê dema li pêş çavên cîhanê yek ji mezintirîn komkujiyên sedsala 21’an ket rojevê, Hêzên Parastina Gel bi operasyoneke mezin a mirovahiyê re 150 hezar mirovên me ji komkujiyê rizgar kirin. Dijmin dixwest civata me ya Êzidî qetil bike û tine bike. Lê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê bi destwerdana li rewşê re pêşî li vê girtin. Têkoşîna li dijî çeteyan tê dayîn, ne tenê derb li çeteyan xist û ew tengav kir; di heman demê de dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya hevkarê çeteyan e tengav kir. Ji ber ku bi pêşengiya AKP’ê dewleta Tirk dixwest bi destê çeteyan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tine bike; destketiyên gelê Kurd ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake.“
‘AKP’ya êrişkar wê poşman bibe’
Karayilan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û AKP’ê û wiha got, „AKP’ê di 24’ê Tîrmehê de şaşîtiyeke gelekî mezin kiriye û wê ji vê biryara xwe ya êrîşê poşman bibe. Ji ber ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi tecrûbeya 31 salan, bi ruhê Egîd û Zîlanan, bi îdeolojiya fedaî ya Apoyî û bi performansa xwe ya profesyonel re, wê bersiva pêwîst bidin hemû êrîşan; wê hesabê komkujiyên li Zergelê, li Şengalê bipirsin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên dikarin hemû destketiyên gelê me biparêzin, wê îro bersivê bidin hemû êrîşên li hemberî hêzên azadî û demokrasiyê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê îro gihaştiye vê astê. Di vê mijarê de bila dilê gelê me rehet be.“
Li ser daxuyanî û bangên AKP’ê yên ji bo terikandina gerîlayan jî Karayilan wiha axifî: „Serokwezîrê Tirk dibêje ‘Bila gerîla Kurdistanê biterikîne’. Ev der hêlîna gerîla ye ku bi berxwedan û xwînê hatiye paqijkirin. Eger hinek divê vî welatî biterikînin, ew jî ew kesên ku bi potînên xwe ev welat gemarî kirine, ye. Gerîla zarokên vî gelî ne û xwediyên esîl ên vî welatî ne. Fedaiyên demokrasî û azadiyê dixwazin e. Ew ê her tim azadyia gelê Kurd, azadiya gelê Tirk û gelên herêmê û demokrasiyê biparêzin. Têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye; têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, hêza fedayî ya parastina nirxên mirovahiyê li Rojhilata Navîn e.“
‘Bi ruhe 15’ê tebaxê tevbigerin’
Karayilan da xuyakirin ku Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê heta niha çawa wezîfeyên xwe bi cih anîbin, ji niha û pê ve jî wê bi cih bînin û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrişkariyê ewê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Karayilan got, „Di sala 32. de jî Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê wê li her devera Kurdistanê têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, biratiya gelan û aştiyê dewam bikin, wezîfeya di vî warî de dikeve ser milê xwe bi awayekî serketî bi cih bîne. Wê ruhê Pêngava 15‘ê Tebaxê di sala 32. de bêhtir bi xurtî bide jiyîn. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jli ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo, li ser şopa şehîdên leheng, wê di sala 32’an de meşa xwe xurttir bikin û ji bo ev meşa serketinê bibe meşa azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê çi pêwîst be wê wê bikin.“
Pîrozbahî bi qîrîna dirîşmeyan bi dawî bû. pêk hatine.
ANF/BEHDÎNAN