
Yek ji pêşengên Serhildana Dêrsimê ku bi Seyîd Riza re kar dikir û mohra xwe li dîroka tevgera Kurd û Kurdistanê daye, Mihemed Nûrî Dêrsimî bû.
Mihemed Nûrî Dêrsimî yek ji sembolên tevgera Kurdî û rewşenbîrê Kurdan e. Dêrsimî di bihara 1883’an de li gundê Exzonîkê yê girêdayî wîlayeta Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî ji eşîreya Mella û dayîka wî jî ji eşîreya Milî ye.
Dêrsimî sala 1911’an derbasî beşa Tenduristiya Sewalan a Zanîngeha Stenbolê bû. Wê demê Komeleya Aşiqên Kurdistanê ava kir û piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê wekî berpirsyarê leşkerî li ser sînorê Azerbeycanê hate erkdarkirin. Piştre jî ji ber helwestên wî yên neteweyî ji kar hate derxistin.
Li gel Şêx Seîd û Seyîd Riza kar kir
Sala 1921’an piştî ku gelek gavên şoreşgerî û siyasî avêtin, dewleta Tirkiyeyê li dijî wî biryara bidarvekirinê derxist. Wê demê, ew vegeriya warê xwe Dêrsimê û amadekariyên Serhildana Koçgirî ya 6’ê Adara 1921’ê kirin. Di vê serhildanê de zêdetirî 500 kesî ji xelkê Dêrsimê şehîd bûn.
Nûrî Dêrsimî ji ber ku beşdarî Serhildana Şêx Seîdê Pîran bûye û ramanên Şêx Seîd belav dikirin, gelekî nêzî Seyîd Riza bû. Di Serhildana Şêx Seîd de her wiha ji bo yekîtiya eşîreyên Kurd û rakirina nakokiyên di navbera wan de kar dikir. Piştî serhildana Şêx Seîd wî li rex Seyîd Riza kar dikir.
Bi roleke pirr girîng radibû
Bi zêdebûna şîdeta dewleta Tirk a li dijî Kurdan, Dêrsimî ji bo xurtkirina têkiliyên bi derve re, her wiha wergirtina piştgiriya ji derve, hat peywirdarkirin.
Nûrî Dêrsimî li rex Seyîd Riza û Elîşêr di serhildana Dêrsimê de cihê xwe girt. Di navbera salên 1937 û 1939’an de beriya ku dewleta Tirk wê bişkîne, bi roleke pirr girîng rabû. Dewletê wê demê bang li pêşengên serhildanê Seyîd Riza kir û ew anî ser maseya danûstandinan. Dewletê piştî ku gelek komkujî kirin û tê de zêdetirî 14 hezar kes şehîd bûn, ew xapandin. Seyîd Riza bi hinceta danûstandinan anîn, girtin û bidarve kirin da ku dawiyê li serhildanê bînin.
Li Helebê bi cih bû
Mihemed Nûrî Dêrsimî sala 1939’an ji Dêrsimê koç kir û derbasî Sûriyeyê bû. Piştre jî berê xwe da Urdinê. Herî dawî sala 1940’an li taxa Mehetet Bexdad a bajarê Helebê bi cih bû.
Dêrsimî li mala xwe ya li Helebê têkoşîna xwe ya ramyarî dewam kir û hemû ronakbîr û rewşenbîrên Kurd li hev civandin. Li wir pirtûka bi navê “Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim” derxist û tê de hemû sûcên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd nivîsandin û bi belge kirin. Yekem car ev pirtûk li Helebê sala 1952’an hate çapkirin.
Kulmek ji axa Dersimê
Nûrî Dêrsimî û ronakbîra Kurd Rewşen Bedirxan sala 1956’an Komeleya El-Marûfa we el-Teawin El-Kurdî ava kirin da ku çanda Kurdî belav bikin.
Li Sûriyeyê yekemîn partiya Kurd “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê” ku sala 1957’an hat avakirin, Nûrî Dêrsimî di nava refên vê partiyê de li rex hevalên xwe wekî endamekî rêveber cih girt û têkoşiya.
Rewşenbîr û têkoşerê Kurd Mihemed Nûrî Dêrsimî 22’yê Tebaxa 1973’an koça xwe ya dawî kir û li Efrînê li goristana Zareta Henan hat veşartin. Wesiyeta wî ya dawî ew bû ku li rex gora hevjîna xwe were oxirkirin û pêre kulmek ji axa Dêrsimê û pirtûka wî jî hebin.
TÎRAST CÛDÎ / EFRÎN