Rûmet Alxas hunermend û psîkyatrîstekî Alxasî ye ku bi dengê xwe û popa xwe balê dikişîne ser xwe. Di hunerê xwe de jî di pîşeyê xwe de jî girîngiyê bi kurdbûn û alxasîbûnê dide û wan derdixe pêş.

FIRAZ BARAN

Rûmet Alxas hunermendekî ciwan e û ji bêv ve Alxasî ye. Ew bi Kurmancî û Kirmanckî awazan û gotinan ji stranên xwe re çêdike. Wî ev stranên xwe jî li studoyoyê qeyd kirin. Halê hazir 50 stranên wî bi Kurmancî û Kirmanckî hene. Herçî stranên Kurmanciyê ne jî bi du devokan wan dibêje, hin jê bi devoka Alxasiyan dibêje hinên din bi Kurmanciya belav. Axir hunerên wî ne yek û didu ne; ew bijîşkek bû ku salekê jî weke cerah kar kiriye, paşê jî berê xwe daye psîkyatriyê; û niha weke psîkyatr kar dike. Erê Rûmet ji bêv ve Kurd e, Alxasî ye, belê dayika wî Elman û Macar e.

Rûmet Alxas bi gelek zimanan dizane û piştî wan xwe fêrî Kurmancî û Kirmanckiyê dike. Jixwe ew ji malê, dibistanê bi Elmanî, Ingilîzî, Fransî û Latînî dizane û ji ber xwe di dilê wî de heye xwe fêrî Yewnaniya kevin jî dike. Sedema xwehînkirina Kurmancî û Kurmanckiyê jî ew e ku dapîr û bapîrên wî bi her du şêwezaran dipeyivin. Ji bo xwe hîn bike, pêşî berê xwe dide kitêban, piştre jî diçe cem dapîra xwe: Min dît devoka me û Kurmanciya belav ne weke hev in. Em Alxasî ne. Hingê min xwe hînî devoka Alxasê jî kir.

Axir 26 gund û gundikên li Elbistan a ser bi Mereşê yên Alxasiyan in. Ev dever jî cîranê devera Kurecigê ya ser bi Meletiyê ve ye. Hin dengên ku Alxasî û Kurecigî derdixin di stranên Rûmet de dimînin. Ew jixwe dixwaze wan biparêze: "ji bo min Mereş û Meletî gelekî girîng in. Nasnameya min in. Kurdistan welatekî pirreng e. Berê li Elmanyayê jî eşîr hebûn. Kurdistan jî wisa ye. Devoka me ya cihî guhertî ye û mana wê xizneyeke mezin e.

Mamedâliya Rûmet Alxasî

Rûmet Alxas, ew strana navdar a devera Kureciga Meletiyê ya bi navê Mamo Mamo Mamedâlî jî ji nûve weke straneke pop gotiye û kilîba wê jî çêkiriye. Klîb bi navê “Mamadâlî” li ser înternetê hat weşandin. Wî ne tenê strana gelêrî kiriye pop, lê gotinên wê jî qismî giherandine. Mesela êdî tê de peyva Kurdistanê jî heye:

Tu yî kurd û qizilbâş î Mamko tu yî xurt û xwâş î

Mamko Mamko Mamdâlî Havâl rindo tzî dalâl î Tu saroçe Kurdistân(ê) î Mamko tî bîst û tzâr sâlî

Yanî Rûmet Alxas hin guhertin di gotinên stranê de kiribin jî dest neda devoka Kurecigê. Wî hin taybetmendiyên vê devokê di nivîsê de jî parastin.

Axir Mamadâlî Âxiçe ciwanekî ji Kurecigê ye ku xwe li serhildaneke li dijî dewleta Tirk diqewimîne û gelek xortan li xwe dicivîne. Wî sala 1915’an serî li dewleta Osmanî rakiriye û hevjîna wî Hûrî jî pê re bûye. Lê ew tê girtin û li Xarpêtê tê bi darvekirin. Rûmet Alxas di strana xwe de cih dide Hûriyê jî:

Hûrî rav ta têdakoşî

Hûrî Hûrîya Âlxâşî

Tu yê kurd û qizilbâş î

Tu saroçe xurt û xwâş î

Sabê kurdân têdakoşî

Hûrî tu yê Kurdistân î

Piştî Fermanê biryar da bibe psîkyatr

Rûmet Alxas niha psîkyatr e. Niha jî tê dixebite ku tevî hevalên xwe yên psîkyatr û psîkolog Komeleya Psîkyatr û Psîkologên Kurd damezrîne. Beriya ew bibe psîkyatr, ew bijîşk bû. Lê gava Fermana 74’an a li dijî Êzîdiyan diqewime, tesira trawmayê dike. Bi ya wî ev trawma hîna dewam dike. Ev yek ji sedemên wî ye ku biryar da bibe psîkyatr. Sedema din jî ew wiha rave dike: “Wekî din Kurdên penaber û kalûpîr hene; ew nikarin bi Elmanî derdê xwe bibêjin. Armanca min ew e ku bi zimanê wan ê dayikê xizmeta wan bikim.

Ji bo karûbarên damezrandina komeleyê ew dibêje,  “Em niha gavên vê yên pêşî diavêjin. Em deh psîkyatr û psîkolog niha hatine cem hev. Hemû jî pispor in di beşên xwe de. Em niha destûra komeleyê hazir dikin. Piştre em ê kongreyê bikin û fermî komeleya xwe vekin.”

Bi ya wî ev ê karekî gelekî bikêr be: “Em ê li ser înternetê malperekê vekin û ji vir katalogekê biweşînin. Di vê katalogê de nav, navnîşan, hejmara telefonan û pisporiyên psîkyatr û psîkologên Kurd ên li seranserê dinyayê wê hebe. Bi vî awayî insanên me wê karibin xwe bi lez bigihînin psîkyatr û psîkologên bi Kurdî dizanin ên li bajarên xwe.”

Nikarin bibêjin ez Kurd im

Gava Rûmet Alxas behsa sedemên damezrandina komeleyeke psîkyatr û psîkologên Kurd dike, ew îşaret bi girîngiya nasnameya Kurdî û bîreweriya wê jî dike: “Li cem Kurdan rewşa terîfnekirina nasnameya xwe heye. Hevalên min ên Mereşî hene, dibêjin, ‘Ez Elewî me’. Hevalên min ên Erzînganî hene, dibêjin, ‘Ez Tirk im.’ Hevalên min ên Ûrfayî hene, dibêjin, ‘Em Misliman in’. Hevalên min ên Dêrsimî hene, dibêjin, “Ez Zaza me”. Lê belê Elîşêr ji bo Dêrsimê digot, ‘Welatê şêran’. Yanî hevalên min nikarin bibêjin, “Ez Kurd im’. Ji berê ve vê yekê gelekî ez bi xwe re dişitexilandim. Min xwest li ser vê meselê bilî bibim.”