DENIZ BABÎL / MANNHEIM
Baskekî Meşa Dirêj a ber bi Strasbourgê ve jî ji bajarê Mannheimê dest pê kir. Di vê meşa bi pêşengiya ciwanên Kurd de qederê 400 kesî cihê xwe digirin û çalakiya xwe îro di roja 4´an de dewam dikin. Ji çalakgeran Ronahî Mihemed a 24 salî û Xebat Dawidê ji Ciwanên Azad, ku herdu jî ji Efrînê ne, nihêrînên xwe bi me re parve kirin.
Ronahî Mihemed a 24 salî ku ji Rojava ji Efrînê beriya bi 6 salan çûye Holandayê, ji ber ku beriya Şoreşa Rojava bavê wê ji ber zexta rejîmê penaberî Holanda bûbû. Ew beşdarî meşa dirêj dibe, ew di nava 6 salan de 4-5 caran beşdarî meşên dirêj bûye. Ji bo sedema xwe ya beşdariya vê meşa dirêj a li dijî tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dibêje, “Berxwedana hevalên di greva birçîbûnê de hem Leyla Guven û hem hevalên din, kirin ku ez beşdar bibim, lewma wicdan qebûl nake, em li cihê xwe bimînin. Em divê xwedî li berxwedana van hevalan derkevin.
Ez di nava vê xebatê de mezin bûm. Li Rojava di nava xebatên çandê de bûm di nava rêxistinê de. Li Ewrûpa jî bi heman rengî. Çalakiyên li dijî tecrîdê bandorek li min kir. Li Ewrûpa gelek ciwanên Kurd hene, ez ji Holanda tîm, diviyabû bêhtir ciwan bihatana. Divê em ji vir dengê xwe bigihînin cihanê ku em li pey serokê xwe ne. Heta hevdîtin çênebin jî em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em ê xwedî li berxwedana Serok Apo ya li zindanê, xwedî li berxwedana Leyla Guven derkevin. Banga min li ciwanan e ku îro, dibe heta roja dawî tevlî nav refên meşa me bibin.”
Êdî bes e ji dijmin û nezanan re
Xebat Dawid, ji Rojavayê Kurdistanê, ji Efrînê ye. Ew qederê 2 salan e ku li Elmanyayê bûye penaber. Li bajarê Mannheimê de di nava Ciwanên Azad de çalak e. Ew jî di baskê Meşa Dirêj ê ji Mannheimê ber bi Strasbourgê de cihê xwe digire. Li ser beşdariya xwe ew dibêje: “Bi eşqeke mezin ji roja yekê ve ez di çalakiyê de cihê xwe digirim. Me bi rêya telefonê silavên xwe ji hevalên çalakger ên greva birçîbûnê re jî şandin. Wek ciwanekî welatparêz ez dixwazim vê bibêjim, hiro, ne wext e ku mirov li malên xwe rûnin. Bi rastî, hevalên me hiro 97-98 roj di çalakiyê de ne. Mirin heye di encamê de ya rastî. Ez lanetê li wan aliyên xwe ker dikin tînim. Hiro evqas insanên me hatine ber mirinê, yek nayê derdê me fêm nake. Alemê şaş fêm kiriye, ev yek hêrsa min radike. Kurd bedena xwe dikarin 95 rojan birçî bihêlin, lê karê zirarê bidin ên din nakin. Êdî divê alem me fêm bike, nexasim Elmanya. Destekê nedin jî fêm bikin. Wekî ciwan ez vê nema qebûl dikim. Tecrîda li dijî Serokatiya xwe em nema qebûl dikin. Êdî bes e, nema em qebûl dikin. Çalakiya me wê dewam bike û ji vê û şûn ve jî wê çalakiyên me dewam bikin. Hiro heger em li çalakiyên xwe xwedî dernekevin, wê destketiyên me jî, welatê me jî ji dest biçe. Ez hem ji dijmin re û hem jî ji Kurdê nezan re jî dibêjim, êdî bes e. Divê kes li malên xwe rûnene. Sibe du sibe em zêde bibin.”