
QSD´ê bîlançaoya hefteya dawî ya hemleya Bagera Cizîrê eşkere kir û da zanîn ku şervanên wê 10 hezar sivîl rizgar kirine. Li aliyê din êrîşên hewayî û bejahî yên Rûsya û Rejîma Esed li dijî deverên QSD´ê û Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê doh pêk hatin. QSD´ê da zanîn ku ew ê mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bîne.
Doh danê sibehî pêşî nûçeyên der barê êrîşa balafirên Rûsyayê li dijî nuqteyên QSD`ê yên li kargeha Konîko ya gazê gihiştin ber destê ajansên nûçeyan.
Li gorî çavkaniyên QSD`ê di vê êrîşê de balafirên Rûsya nuqteyên QSD`ê li kargeha Konîko, bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê du şervanên QSD`ê bi giranî birîndar bûn. Derbarê hejmara birîndar û şehîdên QSD´ê heta saeta amadekirina nûçeyê jî daxuyaniyeke QSD´ê nehatibû belavkirin. QSD´ê di bersiva xwe ya giştî de, got hin şervanên wan şehîd bûne, lê behsa ti hejmaran nekir.
Pêşî ji hewa paşî ji bejahiyê
Paşê jî agahî hatin ku Rûsya bi hawan û fuzeyên katyûşya nuqteyên QSD`ê topbaran dike. Li gorî vê, hêzên Rûsya paşê bi hawan û fuzeyên katyûşya noqteyên hêzên QSD`ê li kargeha Konîko, topbaran kir.
Beriya niha bi nîv saetekê balafirên Rûsya dest bi bombebarana noqteyên QSD`ê yên li kargehan Konîko ya gazê, kir.
Heta saeta amadekirina nûçeyê jî topbaranê li kargeha Konîko ya gazê bi hawan û fuzeyên katyûşya, dewam dikir.
Kargeha konîko ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê di 23`yê Îlonê de hatibû rizgarkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku beriya niha balafirên Rûsya û Rejîma Sûriyê noqteyên QSD`ê yên li herêma Dêrazorê bombebaran kiribû û di encamê de 6 şervanên QSD`ê birîndar bûbûn.
QSD bêdeng namîne
Fermandariya Giştî ya QSD`ê li dijî van êrîşan heman rojê daxuyaniyek da û got, ew li hemberî êrîşên Rûsya û hevalbendên wê bêdeng namînin û ew ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.
Fermandariya Giştî ya QSD`ê li se rmijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di demekê de ku hêzên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de gelê me li rojhilatê Çemê Firatê rizgar dike û bi pêş ve diçe, hêzên Rûsya û hêzên Rejîmê êrîşeke bêbextane anîn ser hêzên me li kargeha Konîko, stasyona Ezba û kargeha Nesîc. Di encama bombebarana bi balafiran û topavêjan de, hinek şervanên me şehîd û birîndar bûn.”
QSD´ê îşaret bi kordînasyona bipêşketina xwe bi Koalîsyona Navenetweyî ya li dijî DAIŞ´ê kir, û got, ew naxwazin bi şerekî din hêza xwe ku wê li dijî terorîstan bi kar bînin, hedir bikin.
QSD´ê êrîşa Rûsya û hevalbendên wê weke dijminane bi nav kir û wiha dewam kir: “Em teqez dikin ku em bêdeng namînin û em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Em bang li Rûsya dikin ku dev ji van helwestên xwe yên dijminahî yên derheqê gelê me û hêzên wî yên leheng de berde.”
QSD´ê 10 hezar sivîl rizgar kirin
Pêngava Bagera Cizîrê di roja 17`an de dewam dike. Şervanên QSD’ê gelek cihên stratejîk û 10 hezar sivîl rizgar kirin. Şervanên QSD bi pêşengtiya Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê hemle dabû destpêkirin.
Bîlançoya hefteya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD´ê eşkere kir jî dide zanîn ku di hefteya duyemîn de 70 kîlometreyên bi çarçik ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine û ber bi pêş ve diçin. QSD´ê da zanîn ku di hefteya duyem de şervanan 36 gundik rizgar kirine û wiha dewam kir: “23’yê çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 4 jî ji wan xwekuj bûn. Ji aliyê komên taybet ên QSD’ê ve 17 çete ji wan 8 çete di kampa Seed a koçberan de dîl hatin girtin. Her wiha balafireke kefşê ya çeteyên DAIŞ’ê hate xistin û 2 wesayîtên doçka û wesayîteke zirxî hatin rûxandin. Di heman demê de 3 wesayîtên teqemeniyê jî ji aliyê şervanan ve hatin bê bandorkirin. Wesayîteke cûreya Tiwêta û wesayîteke zirxî ketin destê şervanên QSD`ê.”
QSD´ê da zanîn ku di heman demê de du kargehên stratejîk ên gazê, ya Ezba û ya Konîko hatine rizgarkirin û pê re jî 10 hezar sivîlên Dêra Zorê hatine rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.
QSD´ê li ser şehêdên xwe jî ev agahî dan: “Di encama şerê hefteya dawî de 10 şervanên QSD’ê, ji wan 2 endamên YPG’ê yên tenduristiyê ku dixwestin zarokekî 14 salî rizgar bikin, şehîd bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Pêngava Bagera Cizîrê bi Lîlwa Abdullah bi ziman dibe
Yek ji Fermandarên YPJ`ê Lîlwa Abdullah wekî Berdeva Fermî ya Pêngava “Bagera Cizîrê” ji aliyê QSD`ê ve hate erkdarkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD´ê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku QSD`ê yek ji Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lîlwa Abudllah weke Berdevka Fermî ya Pêngava “Bagera Cizîrê” erkdar kiriye.