Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ê kantona Cizîrê Hekem Xelo, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed, Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, Serokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Endamên Saziya Civaka Sivîl, YPG/YPJ’ê jî di nav de bi hezaran kesên ji hemû pêkhateyan, destpêka li gundê Şeimsor ê 2 kîlometrî dûrî gundê Berkevirê kom bûn.


‘Destketiyê me saya şehîdan e’

Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso li merasîmê peyivî û got, “Serketinên li Rojava bi saya fermandar û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî û hevalên wî bi dest ketine. Gelê Kurd wê heta dawiyê bide dû Rustem Cûdî û hevalên wî.”

Di merasîmê de her wiha li ser navê MLKP’ê Hêvî Sara, li ser navê Meclîsa Gel a Cizîrê Edle Umer, li ser navê Yekîtiya Star Welîda Umer, li ser navê Malbata Rustem Cûdî Xelîl Osman û Fatma Osman axivîn. Di axaftinan de soza şopandina rêya Rustem Cûdî û hemû cangoriyên azadiyê hate dayîn. Her wiha berxwedana li Bakurê Kurdistanê hate silavkirin û êrîşên li hemberî gelê Bakur hatin şermezarkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî di 10’ê Cotmeha 2011’an de li Xakurkê, di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de tevî 11 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. 


SERÊKANIYÊ