
Hevseroka Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed îşaret bi êrîşên rûsya li dijî hêzên QSD´ê li Dêra Zorê kir û got, êrîşên Rûsyayê di xizmeta DAIŞ´ê de ne û pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyan, asteng dikin. Fermandarê Giştî yê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla jî got, êrîşên Rûsya li dijî nuqteyên wan, bipêşveçûna hêzên QSD’ê ber bi çemê Feratê ve asteng dike û got, ev êrîşa wan tenê xizmeta DAIŞ’ê dike.
Di heman dema ku hemleya “Bagera Cizîrê” bi pêş ve diçe bi pêşengiya Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û heta niha di pêngavê de bêhtirî 10 hezar welatiyên sivîl rizgar kirine, balefirên şer ên Rûsyayê pêr li dijî nuqteyên QSD’ê yên li şirketa Konîko ya gazê li bakurrojhilatê Dêra Zorê êrîş pêk anîn û di encama êrîşê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û du şervanên din jî birîndar bûn.
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed anî ziman ku di demekê de ku ji Rûsya tê xwestin plan û hêzên terorê li Sûriyê têk bibe, êrîşên wê li dijî hêzên QSD´ê cihê şermezariyê ye.
Îlham Ehmed, diyar kir Rûsya bi bombebarana noqteyên QSD`ê xizmeta çeteyên DAIŞ`ê dike û wiha pê de çû: "QSD li Dêra Zorê şerê terorê dike û sivîlan ji zilm û zordariyê rizgar dike. Di heman demê de Sûriyê ji terora DAIŞ`ê rizgar dike û gelê herêmê vedigerînê cihê wê û jiyaneke bi rûmet ji wan re peyde dike. Ji ber vê yekê jî êrîşên Rûsya di xizmeta DAIŞ´ê de ne û pêngava rizgarkirina herêmê ji çeteyan asteng dikin."
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de ji Rûsya xwest dev ji van kiryarên xwe berde, ji ber encamên van kiryaran wê ne di berjwendiyên herêmê de bin û got, pêwîst e Rûsya atmosfera guncaw a çareserkirina aştiyane li herêmê biafirîne.
Me bersiv da êrîşkaran
Elaqedarî mijarê, Fermandarê Giştî yê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla jî êrîşên hêzên Rûsyayê li dijî nuqteyên hêzên wan şermezar kir û diyar kir ku ev helwêst bipêşveçûna hêzên wan ji bo tinekirina DAIŞ’ê li herêma Dêra Zorê asteng dike.
Ebû Xewla diyar kir ku wan mafê xwe yê bersivdayînê bi kar anîne û jêderên gule û topavêjan kirina armanc û wiha peyivî: “Piştî ku balefirên şer û topavêjên Rûsya nuqteyên me kirin armanc, me bersiva jêderên agir da û me mafê xwe yê bersivdayînê û xweparastinê bi kar anî.”
Ebû Xewla diyar kir ku ev kiryarên Rûsyayê li gel bipêşveçûna hêzên QSD’ê ji bo tinekirina “terorê” tenê xizmeta çeteyên DAIŞ’ê dike û axaftina xwe wiha domand: “Rûsya bi van kiryarên xwe nikare rê li pêşiya hemleya li dijî DAIŞ’ê bigire û em ê parastina ax û welatiyên xwe bikin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe hemû axa bakurê Sûriyeyê ji destên çeteyan rizgar bikin.”
Hêjayî gotinê ye, ji dema ku hêzên QSD’ê li gundewarê Dêra Zorê hemleya “Bagera Cizîrê” li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin, ev cara duyemîn e balefirên Rûsya û Sûriyeyê êrîşan li dijî şervanên QSD’ê pêk tînin û cara yekemîn jî di 16’ê meha Îlonê de bû ku di êrîşê de şeş şervan birîndar bûbûn.
QAMIŞLO / DÊRA ZORÊ