AGIRÎ ÎBREHÎM / ANHA / DÊRA ZORÊ


Xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd ku li herêma Milêha pêşwaziya koçberan dikin gotin, pirraniya koçberên birîndar ji ber bombebarana balafirên Rûsya û rêjîma Sûriyê birîndar bûne û rewşa hin birîndaran giran e.

Pêla koçberiya ji bajarê Dêra Zorê û gundên wê yên bakur a ber bi herêmên QSD’ê ve bê navber dewam dike. Welatiyên koçber ji ber bombebarana balafirên Rûsya, rêjîma Sûriyê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê malên xwe terk dikin û koçber dibin. Heyva Sor a Kurd jî di nav de saziyên xizmetguzariyê yên herêmên Bakurê Sûriyê jî ji bo alîkariya koçberan li ser piyan in.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurd ên li herêma Milêha ya bakurê Dêrazorê rojane pêşwaziya welatên koçber ên ji ber bombebarana balafirên Rûsya, rêjîma Sûriyê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûn, dikin.

Endamê Heyva Sor a Kurd Elî Mihemed Îsa got ku piraniya koçberên birîndar bûne ji ber bombebarana balafirên Rûsya û rêjîma Sûriyê birîndar bûn û got, “Welatî ji ber bombebaran û êrîşan koçber dibin û berê xwe didin herêmên QSD’ê. Em rojane pêşwaziya birîndarên ku ji ber bombebarana balafirên Rûsya, rêjîma Sûriyê birîndar bûne. Di heman demê de em pêşwaziya kesên nexweş jî dikin û pirraniya koçberan jî kesên bi temen û zarok in.”

Elî Mihemed di dawiya de jî got, Heyva Sor welatiyên koçber derman dike û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî wan dike û birîndarên ku rewşa wan giran be jî dişîne nexweşxaneyên bajarê Hesekê.