
Rêvebera Asayîşa Helebê Bêrîvan Ebdo, têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Helebê û qewmînên li herême diyar kir ku Tirkiye û Rûsyayê li ser Heleb û Babê li hev kiriye. Ebdo, anî ziman ku komên ku Heleb vala kirine Komên piştre ketî Helebê û kesên birîndar in. Ebdo, destnişan kir ku herêmên wekî Hulok, Heyderiye, Şêx Xidir, Şêx Faris, Bostan Paşa û Saxur ên wan piştre ji destê çeteyan rizgar kirî, mirov bêhtir ewle ne û wiha peyivî: "Heta niha malbatekê jî ev herêm vala nekiriye. Dijberî vê yekê mirov bêhtir xwe li vir di starê de dibînin. Mirovên li herêma Kelasê û Selahaddinê ku di destê rejîmê de ne, ji bo starê tên herêma me."
Ebdo, anî ziman ku li ser peymana di navbera Rûsya û Tirkiye de komên ku piştre ketine Helebê ji Helebê derdikevin û Rusya di berdêla Helebê de, Bab ji çavê xwe derxistiye û Heleb û Bab di nava xwe de parve kirine. Ebdo, destnişan kir ku Tirkiye, Rûsya Sûriye û Emerîka di nava xwe de tifaq çêkirine û li ser vê tifaqê kom ji Helebê derdikevin. Rûsya û Tirkiyeyê li hev kiriye û komên çeteyan yên ji Helebe derdixin dişînin herêma Babê. Dixwazin hêza şer li herêma Babê zêde bikin û got: "Hedefa sereke dixwazin komên çeteyan li Babê bi cih bikin. Rusya ji bo Helebê, Bab bê xwedî hişt."
Komên çete ji Helebê nehatin paqijkirin
Ebdo got, hêj hemû komên çeteyan ji Helebê nehatine derxistin û wiha dewam kir: "Gelek kom li Helebê hene. Hin komên dixwazin derkevin jî hene, hin komên naxwazin derkevin jî hene. Heta niha nêzî 5 hezar kesên birîndar û kom jî hene. Van kesan ji Helebê derdixin û wan dişînin bajarê Îdlibê ku di destê Cebhet el Nusra de ye. Kesên ku xwestin bên herêma me, destûr nedan wan. Niha herêmên Hulok, Heyderiye, Şêx Xidir, Şêx Faris, Bostan Paşa û Saxur ên berê di destê çeteyan de, di kontrola me de ne. Dema DAIŞ ket vê herêmê di şevekê de 8 hezar û di şeveke din de 4 hezar kesan koçî herêma Şêx Meqsûd kir. Lê piştî ku me ev herêm ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, dîsa vegeriyan û niha xwe di starê de dibînin. Heta niha malbatek jî ji vir derneketiye. Bêhtir xwe di ewlehiyê de dibînin."
Mirov dixwazin li Şêx Meqsûd bisitirin
Ebdo, anî ziman ku di êrîşa li dijî herêma Şêx Meqsûdê de 27 koman cih girt û taktîka hemû koman ji hev cuda ye. Ebdo got, nêzî 70-75 hezar mirov li qada parastinê de ne û wiha dewam kir: "Bêhtir kesên herêma Kelasê û Selahaddinê yên di kontrola rejîmê de xwe dispêrin herêma me û xwe li vir di starê de dibînin. Bêhtir mirov dixwazin derbasî herêma me bibin."
Berî şer 5 hezar û 200 malbat
Ebdo, da xuyakirin ku di serdema şer de 20-25 hezar mirov (5 hezar û 200 malbat li Şêx Meqsûd bûn û li derveyî herêma Şêx Meqsûdê jî 50 hezar mirov hebûn. Ebdo, da zanîn ku derfetên wan bi sinor in, lê dîsa jî alîkariya ji bo van mirovan dewam dike û got: "Dewlet pêdiviyên herêma Şêx Mexsûdê temîn nake. Ji ber vê yekê em li gorî derfetên xwe alîkariyê dikin. Li 3 herêman fabrîke hene. Li herêma Şiqeyfê 250-260 fabrîke hene. Hem balafiran hem jî çeteyan zerar dane van fabrîkeyan. Fabrîkeyên herêma Şiqeyfê, yên herêma Eyntel û Bostan Paşa bêhtir fabrîkeyên pembû, ta, tekstîl, bkoya û atolyeyên tekstîlê ne. Bêhtir herema tekstîlê ye. Em dê ewlehiya wan bistînin û em hewl didin heta Newrozê wan çalak bikin."
Ebdo bi bîr dixe ku di demên dawî de Tirkiye berê xwe dide herêma Efrînê û dibêje, "Li herêma Şêx Îsa şerekî mezin pêk hat. Ger herêma Şêx Îsa dagir bikirana. dê derbasî herêma Til Rifat, Dêr Cimêl û Meryemînê dagir bikirana. Piştre ew ê derbasî herêma Efrînê bûbana.
Ji ber vê yekê berê xwe dan Babê. Tirkiyeyê xwest hêza xwe têxe Ezez û Meraa. Lê çeteyên herêmê planên Tirkiye xera kirin."
ABDURRAHMAN GOK / DÎHABER / HELEB