Rûsyaya ku ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê ve piştgiriya rejîma Esad dike vê carê wekî hewldaneke ji bo dawîanîna li tundiyê dê çekan nefiroşe Sûriyeyê. 40 balefirên şer yên Yak-130 Rûsyayê plankiribû heya dawiya salê sewqî Sûriyeyê bike ragihand ku, rawestandîne.
Li gorî daxuyaniya Saziya Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê, sedemê cemidandina îxracata 40 balefirên Yak-130 yên şer ku heya dawiyê salê diviya sewqî Şamê bikin, weke berdewamkirina tundiya di nava welat de hate nîşandan. Alîkarê Saziya Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê Viyaçeslav Zirkaln daxuyaniya ku li Fûara Pîşesaziya Parastina Farnborough ya Îngilîstanê dayî de got; “Ji ber van bûyerên dawî sewqiyeta balefiran bo Sûriyeyê êdî îhtimalek biçûke.”
Rûsyayê beriya bûyerên tundî yên li Sûriyeyê destpê bikin, li beramberî 550 milyon dolara firotina 40 balefirên 40 Yak-130 yên şer hevpeyman îmze kiribûn. Balefirên Yak-130 di envantera çekan ya Rûsyayê de weke balefirên perwerdeyê cih digirin. Lê belê her dema ku bixwazî dikarî çekan jî bêxî van balefiran.
Di vê navberê de Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin got, ji bo li Sûriyeyê aştî pêk were, ji mudaxelekirina derve zêdetir pêwîstî bi diyalogekî di navbera rejim û muxalîfan de heye. Putin parast ku, mudaxeleya derve tenê bi biryara Konseya Ewlekariya NY dikare were pêkanîn. Pêwîste jib o alî lihevkirinekî siyasî pêkbînin tişta ji me bê em bikin.
Helwesta Çînê
Berdevkê wezareta derve yê Çînê Leo Wîmîn ragihand ku, hikûmeta Çînê li dijî mudexeleya serbazî bo ser Sûriyê ye. Wîmîn got: Em hêvîdarin ku civata navdewletî aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane çareser bike û dawî li tundiya li wî welatî bîne her wiha dest bi diyaloga siyasî bike.
Annan li Îranê ye
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan piştî hevdîtina li Şamê bi serokdewlet û rayedarên Sûriyeyê re berê xwe da Îranê da ku alîkariyê ji wan bixwaze di warê pêkanîna plana xwe ya nû de. Wekî tê zanîn di civîna Cenevreyê de welatan lihev kiribûn ku hikûmeteke demikî were avakirin da ku rê li ber tundiyê were girtin. Welatên Rojava, Amerîka, Tirkiye û hin welatên Kendavê yên ku li dijî plana Annan bûn piştî civîna Cenevreyê û piştî ku zêdekirina tundiyê nebû çare êdî li plana Annan poşman bûn û ji nû ve wê planê nîqaş dikin. Annan piştî serdana Sûriyeyê hin peyamên erênî dan û berê xwe da Îrana ku welatên Rojava qebûl nekir tevli civîna Cenevreyê bibe ji ber piştgiriya rejîma Esad dike.
MOSKOV/TEHRAN