Rejîma Beşar Esad di meha Remezanê de û li gorî rêxistinên mafên mirovan zêdeyî 500 welatî kuşt. Her wiha bi hezaran jî avêt zindanan. Li gel hemû zexitên civaka navnetewî rejîma Esad prosesa dagirkirina bajaran domand û tercîha şer û kuştinê kir.
Her ku diçe dora rejima Şamê tê girtn. Niha biryarên nû ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve derketin û dest li ser milk û malên vê rejîmê hatine danîn. Tevgera çûn û hatinê jî li berpirsyarên vê rejîmê qedexe bûye. Yekîtiya  Ereban jî beriya çend rojan daxuyaniyek derxist û ev rejîm bi ‘pêkanîna dijwariyê’ li himberî sivîlan tewanbar kir.
Piştî rûxandina rejîma Mummer Kaddafî li Lîbiyayê zextên li ser rejîma Esad zêdetir bûn. Her ku diçe efser û esker ji artêşê qut dibin û tevî ‘artêşa azad ya gelê Sûriyeyê’ dibin. Li gorî hin agahiyan heta niha 24 hezar esker ji artêşa Esad veqetiyane. Dozgerê bajarê Hemayê jî veqetiya û da zanin ku agahiyên hesas derbarê gorên komî de li cem wî hene. Tê gotin ku bi hezaran ji endamên istixbarat û polîsan jî ji ber nedana maşên wan, dest ji çekan berdane û berê xwe dane heremên xwe. Kase vala bûye û dewlet li ber iflasê ye.
Îranê jî helwestek balkêş da. Wezîrê karê derve yê rejima meleyan ji rêvibirya Esad xwest ku xwestekên gel yên rewa pêk bîne û dest bi reformên cidî bike. Li gorî rojnameya Ferensî La Figaro hin ji berpirsyarên iranî têkilî bi hin kesên muxalifên rejîma Esad re danîn. Weha xuyaye ku Tehran ji niha ve hesabê têkçûna rejîma Esad dike. Ew ditrse ku rejîmek nû têkliyên bi Îranê re red bike û li dijî siyaseta rêxistina Hizbulah a lobnane derkeve.
Helwesta Ewropa li himberî Esad tûndtir dibe. Ev helwest bi taybet pişti têkçûna rejîma Kaddafî xurtir bû. Serokê Ferensayê Sarkozy diyar kir ku êdî ji Esad re derfeta reforman nemaye.
Niha di destê rejîma Esad de tenê dijwari maye. Ew hêvî dike ku bi riya kuştin û tinekirinê karibe gelê Sûriyeyê terorîze bike û rê li ber xwepêşandanên girseyî bigre. Ev siyaseta heta niha encamên li gorî xwestekên vê rejîmê bi xwe re neanîne. Berovajî vê yekê, miletê Sûriyeyê her ku diçe zêdetir hêrs dibe û li dijî Esad derdikeve meydanan. Li gorî miletê Sûriyeyê ew kesê nîv serhildanekê pêk bîne, bê aqil e û dê neçar têk biçe. Ji ber hindê divê ev serhildana gel heta serî here û bi rûxandina rejîma Esad bi dawî bibe.
Dewleta Tirk jî di nava liv û tevgerê de ye. Maseya kirîzê ya ku AKP’ê ji bo şopandina rewşa li Sûriyeyê ava kiriye, raporên rojane pêşkêşî serokwezîr, serok komar û MGK’ê dike. Bi taybetî jî rewşa Kurdan û pêşveçûnên li rojavayê Kurdistanê tên pirsîn. Di destpêka serhildana gel de niyeta Esad hebû ku hemû derfetên dewletê bikşine Latakiya û Tertûsê û li wir dewletek defacto ya elewiyan ava bike. Lê ji ber tehdîdên dewleta Tirk wî rê li ber ve îhtîmalê girt. Di wan rojan de Abdulah Gül serok komare Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got, ew amede ne bi şêweyên siyasî û eskerî mudaxeleye rewşa Sûriyeyê bikin. Esad fêhm kir ku gotinên Gül derbarê niyeta wî ya avakirina dewletek elewî de tên û ew bi xwe tehdîdên cidî ne. Ji ber hindê tu alternatîf li pêşiya wî nema ji bilî terorîzekirina xwepêşandêran. Ew bi riya kuştina bi hezaran kes dixwaze vê serhildanê bipelçiqîne. Di nava kuştiyan de bi sedan zarok jî hene. Li bajarê Hemayê dema ku artêşê elektrîk li ser bajêr birî bi dehan dergûş li nexweşxaneya mezin a bajêr mirin.
Dewleta Tirk ajan di nava hemû dezgehen hesas yên rêvibirya Esad de bi cih kirine. Bi riya van ajanên xwe Enqere bi hemû pêşveçûnên li vî welatî dizane. Ew pîlanên Esad deşîfre dike û li gorî berjewendiyên xwe têkilyan bi Şamê re saz dike. Ji bo Esad baş bigre dest xwe, dewleta Tirk têkilyên xwe bi muxalefeta Sûriyeyê re jî çêkir û bi riya rêxistina “Birayên Misilman” ji xwe re çend grûp di nava vê muxalefetê de ava kir. Ji bilî Kurdan, pirraniya muxalefeta Sûriyeyê girêdayî AKP’ê ye.
Li gorî Tirkiye eger hat û Esad ket, kesên iqtîdarê li Şamê digrin hemû peyayên Enqere ne. Eger hat û Esad ma, ew dê têkçûyî, zexel û bêbandor be. Bi vî şêweyî ewê xwe bispêre Tirkiye û qet nema yek helwestê li dijî iradeya AKPê ya ku dixwaze tevahiya Sûriyeyê bigre bin basken xwe, nîşan dide.
Ji bo Tirkiye Esadekî têkçûye, lawaz û qelis baştir e ji Sûriyeyêk demokrat û modern ku Kurdan wek netewa 2’emîn nas bike. AKP’ê ji bo Kurdan jî pîlan danîne. Hêzên muxalefeta Ereb yên girêdayî Tirkiyeyê li dijî xwestekên Kurdan tehrîk dike. Di 14.04.2011’an de dema 11 partiyên Kurd li Qamişlo înîsiyatîfek yekgirtî ava kirin, Recep Tayip Erdogan daxuyanî da û Esad ji bo “komployên li dijî yekîtiya Sûriyeyê” hişyar kir.
Niha AKP’ê destê xwe dirêjî hin komkên Kurd kiriye û wan li dijî yekîüiya Kurdan û li dijî berxwedana PYD tehrîk dike. Ev komik pere ji Enqerê digrin û texrîbata li rojavaye Kurdistanê dikin.
Rejîma Esad ber bi rûxandinê ve diçe. Dewleta Tirk jî rêvibiryek li gorî xwe amede dike, ku qet nasnameya Kurdan di destûra bingehîn de nas neke û forma “xweseriya demokratîk” qebûl neke.
Ji ber vê yekê ji Kurdan hişyarî û hestiyarî tê xwestin…