Metroyê li ser girtina dijqanûnî ya rojnamevan Qehreman Şukrî daxuyaniyek da û got: Êdî azadiya ramanê, azadiya medyayê teng nekin, rûyê parêzgeha Dihokê qirêj nekin. Navenda Metro, ku rêxistina rojnamevanan e li Başûrê Kurdistanê, binçavkirina rojnamevan Qehreman Şukrî Zeynedîn şermezar kir û ragihand ku girtina wî derqanûnî ye û ji rêveberiya Dihokê xwest ku bi van karan ranebe. Rojnameva Qehreman Şukrî Zeynedîn ji 27’ê Hezîranê ve li Dihokê di nezaretê de tê hiştin. Lê ev girtina di nezaretê de jî şêlû ye, lewma aqûbeta wî jî nediyar e. Piştî veşartina cenazeyên şehîdên bombebrandina dewleta Tirk li Şêladizê, hêzên PDK´ê bi ser mala wî de girtibûn û ew kiribûn nezaretê. Hêzên PDK´ê hingê ji dayika wî re gotibû, 5 deqîqeyan îşê wan bi Qehreman re heye, lê hê jî ew nehatiye berdan. Şaxê Navenda parastina Mafê Rojnamevanan (Metro) ê Dihokê daxuyaniyek li ser girtina wî da. Di daxuyaniya rêxistina rojnamevanan Metroyê de hat gotin; "Rojnamevan Qehreman Şukrî Zeynedîn ji 27’ê Hezîranê ve ji aliyê asayîşa Şêladizê ve hatiye girtin û ew xistine nezaretê. Piştre birin Asayîşa Giştî ya Dihokê. Ev jî berevajiya yasaya rojnamevaniyê ye. Divê li gorî vê yasayê nêz bibin. Ne ku di guncên girtîgehê de bimîne.” Hêzên PDK´ê qanûna xwe binpê kirine Mamê Qehreman Şukrî Zeynedîn, Nîhmet Rêkanî ji navenda Metro re gotiye, asayîşa Şêladizê di destpêkê de gava çûye mala Qehreman, ji dayika wî re gotiye ew ê çend pirsan ji Qehreman bikin û vegerînin. Nîhmet Rêkanî dibêje, bêyî ku biryara dadwer hebe hêzên PDK´ê Qehreman kirine nezaretê. Neqanûnî girtin, lê wê bibin ber dadger Daxuyaniya Metroyê li ser mijarê wiha didome: "Li gorî axaftina xizmên Qehreman ew li ser wênegirtina bûyerên Şêladizê û çend daxuyaniyan hatiye girtin. Asayîşa Dihokê dibêje, ew ne ji ber karê rojnamevaniyê hatiye girtin û li gel wan parastî ye, her dema ku lêpirsîna wî temam bû, ew ê wî bişînin dadgehê." Şaxê Metro yê Dihokê wekî din bi bîr dixe ku hêzên PDK´ê roja beriya girtina Qehreman Şukrî jî zext li rojnavanan kirine û dibêje, "Di 26’ê Hezîranê de asayîşa Dêrelukê amûrên rojnamevanên NRT’ê Tayif Goran û Hindrên Serdar û rojnamevanê Freelance Mihemed Omer ji wan standin. Asayîşa Dêrelukê kompûtera wan a şexsî ji wan stand û heta niha jî ev tişt li gel asayîşê ne. Ev jî berevajiyê yasayê ye.” di dawiya daxuyaniyê de Metroyê xistina nezaretê ya Qehreman Şukrî şermezar kir û got; "Pêwîst e dezgehên ewlehiyê rêzê li qanûna rojnamevaniyê bigrin û li gorî qanûna hejmar 35 a sala 2007’an û qanûnên kar pê têkirin nêzî rojnamevanan bibin. Êdî azadiya ramanê, azadiya medyayê teng nekin, rûyê parêzgeha Dihokê qirêj nekin.” DIHOK