Rewşenbîrên Hesekê, Şervana YPJ’ê ya ku yek ji endamên wan ên destpêkê bû, Rûken Mêrxas a ku di berxwedana rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî, bi helbestan bi bîr anîn.

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê şaxê Hesekê bi armanca bibîranîna endama xwe ya destpêkê Rûken Mêrxas ku 13‘ê Tîrmeha 2016´an di Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî, merasîmeke bibîranînê li dar xist.

Merasîma bibîranînê li navenda Çand û Hunera Demokratîk a Xabûr a bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan rewşênbîrên bajêr, şervanên YPG/YPJ‘ê, Hêzên Parastina Civakî (HPC), hêzên Asayîşê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtina giyanê Rûken Mêrxas û hemû cangoriyên azadiyê, helbestvan Bawer Can helbesteke xwe a li ser têkoşer Rûken Mêrxas, xwend.


Rêwiya li ser rêya hevaltiyê

Bavê têkoşer Rûken Mêrxas, Ebdulxenî Oso kurtejiyana keça xwe û hin ji taybetmendiyên kesayeta wê de axivî û got; "Rûken Mêrsax peymangeha hunerî du salan li bajarê Hesekê xwendibû û qedandibû. Di beşê xwe de xebat kir. Li gel karê xwe, hiqûq jî dixwend. Rûken ji xwendin û karê xwe hez dikir. Bi destpêkirina pêvajoya Şoreşa Rojava re bandor lê bû, xwendin û karê xwe berda û tevlî xebatên Şoreşê bû. Destpêkê ew beşdarî Yekîtiya Rewşenbîran bû. Paşê tevlî nava YPJ’ê bû û sala 2016´an di berxwedana Minbicê de jiyana xwe ji dest da."

Ebdulxenî Oso yek ji gotinên têkoşer Rûken ku her tim dubare dikir "Rêwiya li ser riya hevaltiyê rast e" jî bi bîr xist.


Di Yekîtiya Rewşenbîran de bi roleke mezin rabû

Li ser navê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Şaxê Hesekê, Mihemed Beşîr li ser rola rewşenbîran a di vejandina nirxên şehîdan de, axivî û got, divê rewşenbîr her dem bi kar û xebata xwe hemû têkoşeran bi bîr bînin. Mihemed Beşîr da zanîn ku têkoşer Rûken Mêrxas yek ji endamên destpêkê yên damezirandina Yekîtiya Rewşenbîran bû û bi roleke mezin di bipêşxistina saziyê de rabû.

Li ser navê YPJ´ê Royar Amed jî li ser sekna têkoşer Rûken a di nava bereyên parastinê de axivî û got; "Şehîd Rûken ne tenê di warê rewşenbîrî de jîr bû, lê belê cihekî wê yê girîng di nava parastin û perwerdekirina leşkerî de jî hebû. Hemû endam pê ve hatibûn girêdan, gelek perwerede bi dawî kirin. Em soz didin ku em ê riya Şehîd Rûken û hemû şehîdên azadiyê bişopînin." 


Kesayeta Rûken esas bigirin

Hevalekî têkoşer Rûken ê bi navê Ehmed Ezher di heman demê de Hevserokê Yekîtiya Mamostan jî axivî û got; "Têkoşer Rûken, bi rihê berpirsyariyê li beramberî hevalên xwe tevdigeriya." Ezher di dawiya axaftina xwe de ji mamosteyan xwest ku kesayeta Rûken ji xwe re esas bigirin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê sersaxî ji malbata têkoşer Rûken û hemû têkoşeran re xwest, û soza şopandina doza têkoşeran da. Helbestvan Bawer Can, Cindiyê Xizan, Mihmed Beşîr û Şêrewan Çaçan Bavê Gîvara helbestên şoreşgerî yên li ser Têkoşer Rûken, xwendin. Peyamên sersaxiyê jî ku ji aliyê saziyan ve hatibûn şandin, hatin xwendin. Her wiha sînevizyonek li ser kurtejiyana Rûken Mêrxas hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de Yekîtiya Rewşenbîran wêneyeke têkoşer Rûken diyarî malbata wê kir.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, bi dawî bû. 


ANHA / HESEKÊ