Resamê Kurd, Alî Zulfikar ji bo danasîna portreyên xwe û hem jî pirtûka wan portreyan dide nasîn îro (01.07.2017) li bajarê Elmanyayê Wuppertalê wê pêşangehekê li dar bixe. Ji saet 16:00´an û pê ve, li hola pêşangehan a Partisan Kunstverlag Thomas Hilbigê, hunerhez dikarin li pêşangehê bigerin. Partisan Kunstverlag Thomas Hilbig di heman demê de weşangeha hunerî ye ku pirtûka bi rengê katalogê ya Alî Zulfikar çap kiriye.

Navê pirtûkê jî “Angesichter (rû/nezer)” e. Ji zanîngeha Rheinische Friedrich Wilhelms Universitesinsinden a Bonnê, Prof. Dr. Heijo Klein di pirtûkê de ji bo portreyên Alu Zulfikar dibêje, “fizîka bi bandor a rûyê mirovî dide der. Mîna baniyan û kûrahiyên erdnîgariya dinyayê, mîna qermîçonk û gijbûnan xwe didin der.”

Di dema pêşangehê de saet 18´an Atolyeya Kareografîg a Anne Grafwerk jî dê performansekê pêşkêş bike. 


 WUPPERTAL