Mehmet Dede, ku li Mêrdîne 20 salin hilberîneriya sabûnan dike, diyar kir ku ew ji xalên xwe fêrî vî karî bûye û xalên wî jî salên dirêj ev kar kirine. Dede, da zanîn ku ji her yaxê sabûn dikare were çêkirin û wiha got: "Hin nebat ji ber bi şîfa ne, sabûnên ji wan tên çêkirin bêhtir ji bo tenduristiyê bi kêr tên. Em jixwe aliyên wê yê baş dizanin, lê belê di destên me de daneyên zaninstî nînin. Di encamê de gelekî zelale, ku ev ji sabûn û şampuanên fennî çêtir e."
Ji bo nexweşiya sedefê
Dede anî ziman ku ew ji Kizwan û behîvên li Mêrdînê digihin, sabûnan dihilberînin û axivî: "Sabûnên kizwanan ji bo porên kesk û bi yax başin, pizikan ziwa dikin. Li herêma Çukurovayê qehweya wê tê çêkirin. Tê zanîn, ku ev jî ji gelek pirsgirêk rû re başin. Ji bo nexweşiya sedef gelekî baş e, bes divê şampuan û sabûnên din neyên bikaranîn. "Nexweşekî/e sedefê dema bi van sabûnan laşê xwe bişo, wê bibîne, ku di cara pêşî de çawa bandoreke baş lê dike. Bi taybetî ji bo pizikan û kenê tê pêşniyarkirin. Sabûna behîvan jî rû têr dike û nerm dike. Sabûna kizwanan jî rengê xwe narincî ye. Pora zirav û qels bi hêz dike. Rê li ber weşandina porê digire. Niha ji 40 nebatên cihê sabûn têne hilberandin. Lêbelê em sabûnên çanda xwe dihilberînin. Li vir hemû bêrdarên ji bilî van têne hilberîn, hemû yên fabrîkayan e."
Dede bibîrxist ku di sabûn û şampuanên din de silîkon hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn çiqasî xwe avê li xwe bikin jî hûn nikarin vê silîkonê ji laşê xwe bavêjin û zerareke ciddî dide çermê we. Ji ber ku maddeyên kîmyewî yên di van sabûn û şampuanan de li xwezayê nehatine zelalkirin, ji bo hawîrdorê jî zerareke mezin in"
DÎHA/MÊRDÎN