Lîderê Şiî yê Iraqî Serokê Lîsteya Sarîûnê Mukteda El Sadr, bi zimanekî tund rexne li parlamenterên Parlamentoya Iraqê girt û got, ‘’Heke hûn bi pey berjewendiya xwe ya bikevin em ê nema destekê bidin’’. Sadr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji parlamenterên Iraqî re got, ‘’Heke hûn bi pey berjewendiya xwe ya bikevin em ê nema destekê bidin. Ey endamên parlamentoyê, bes e êdî ku hûn tenê deng didin berjewendiyên xwe. Bes e êdî ku hûn dengdanê tenê ji bo tiştên xwe dikin. Hûn ne ji bo vê hatine hilbijartin. Heke hûn dawî li vê helwesta xwe neyînin, em ê desteka xwe ji ser we bidin alî. Ey endamên parlamentoyê, ji bo rûmeta hejaran dengdanê bikin.’’ BEXDA