Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Kobanê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido merasîmek lidar xist û bawernameyên zimanê kurdî li 200 şagirtên asta yekemîn, duyemîn sêyemîn belav kirin. Merasîm bi beşdariya şagirtan, xizmên wan û gelek rewşenbîr û mamosteyan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê endamê SZK`ê Umer Ebas û endamê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Sêfedîn Elî derbarê girîngiya perwerdeya zimanî kurdî de axivîn. Piştre bawername li şagirtên ku ezmûnên zimanê kurdî bi serkeftî derbas kiribûn hatin belavkirin. Merasîm bi şahiya koma Raperîn a Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi dawî bû.

KOBANÊ 




500 jin hatin perwerdekirin


Akademiya Star a Ramanê ya Rimêlan ku yekemîn akademiya jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ye û salek li pey xwe hişt, di nava salekê de 500 jin perwerde kirin. Akademiya Star a Ramanê ya Rimêlan di 3`yê çile ya sala 2013`yan de wekî yekemîn akademiya jinê ya li Rojvayê Kuristanê hate vekirin. Akademiya ku ji aliyê komîteyeke ji 5 endaman ve tê birêvebirin, di nava salekê de gelek perwerdeyên li ser mijarên  ramyarî, siyasî û çandî de dan û semîner dan. Dewreyên perwerdiyê jî bi navê jinên têkoşer yên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine dayîn.
Li gorî rêvebirên akademiyê heta niha 10 dewreyên perwerdeyê yên bi navê “Şehîd Sakîne Cansiz, Viyan Soran, Sema Yuce, Hewlêr, Zeyneb Kinaci, Şêrîn Elemhûlî, Şîlan û Hêvîdar” hatine dayîn. Her wiha dewreyek taybet ya bi navê “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk” hatiye dayîn. Di akademiya Star a Ramên de ji bilî jinên Kurd jinên pêkhteyên din jî tevlî dewreyên perwerdeyê bûne. Li akademiyê ji bo jinên endamên Yekîtiya Jinên Suryanî du dewreyên perwerdeyê hatine dayîn. Gelek saziyên sivîl û meclisên jinan yên herêmê jî endamên xwe ji bo perwerdeyê rêdikin akademiya Star a Ramanê. Di sala derbasbûyî de jinên endamên Saziya Zimanê Kurdî, PYD, Meclisên Gel, Komîteya Diplomasiyê hatine perwerdekirin.

GIRKÊ LEGÊ