Li Dibistana seretayî ya El-Mamûn a bajarê Dêrikê 5 şagirtên ji pêkhateya Ereb perwerdeya bi zimanê kurdî hilbijartin. Him her 5 şagirtan ev yek xwestine û him jî malbatên wan jî dixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin.
Li Dibistana El-Mamûn perwerdeya bi zimanê Erebî jî heye, lê wan ev yek nexwestin û bi vîna xwe perwerdeya bi Kurdî pejirandin.
Rêvebariya dibistanê jî got ku refên taybet ên zimanê Erebî hene, lê van 5 şagirtan piştî erêkirina malbatên wan, ew niha bi zimanê kurdî dixwînin.
Necah Qedrî, Ebid Qedrî, Ehmed Mihemed, Ferîda Îsmayîl û Hela Îsmaîl dibêjin ew pir ji zimanê Kurdî hez dikin, lewra bi vîna xwe dixwazin pê perwerdeyê bibînin.
Mamosteyên zimanê Kurdî ku waneyan didin wan, dibêjin ev 5 şagirt di fêrbûna zimanê Kurdî de astengiyan nakşînin.
RÊBER ŞENGALÎ/ANHA/DÊRIK