Çima dewlet vê dike?

bê guman dewleta Tirk jî vê yekê bi zanebûn dike, dewleta ku wekî hemû rêjîmên desthilatar armanca wê ya sereke ew e ku civakê bifetisîne û li gorî berjewendiyên xwe wê bide jiyîn; ew dixwaze di serî de gelê Kurd û her wiha hemû gelên azadîxwaz wiha bike û wan dûrî fikrên azad bixe, lewma xwest gel dûrî xwediyê teoriya Netewa Demokraîtk bike, wê teoriya ku li ser bingeha jiyana hevbeş a hemû gelên cîhanê ava dibe; ha ew kes jî birêz Ocalan e ku ji 5’ê Nîsana 2015´an ve çûyîna heyeta HDP´ê ya Îmraliyê asteng hatiye astekirin û ji wê rojê heta 11 Îlona 2016`an ti agahî jê nehatiye girtin; ew rêberê gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan e. Sedem û bingeha vê gava AKP`ê ew e ku gel ji fikir û perspektîvên birêz Ocalan dûr bixe.


Li dijî tecrîdê gel çi kir?

Di serî de gelê Kurd û hemû dostên wî yên bi ramanên Ocalan bawer in, zend û bend li çalakiyan badan û di her meydana tekoşînê de çalakiyên cur bi cur hatin destpêkirin ku di milê eskerî de Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî faşîzma AKP`ê çalakiyên bi bandor li dar xistin û di encamê de artêş û dewleta Tirk derbên giran xwarin, li milê siyasî jî çalakiyên cur bi cur hatin destpêkirin, mîna çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger ku ji aliyê Meclisa Dîaspora ya Şengalê li Strasbourgê 23`ê Tebaxê li ber Konseya Ewrûpayê dabû hatibû destpêkirin û li Amedê 50 dildarên ku ew jî ji 4`ê Îlonê ve ketin greva birçîbûnê; nabe em meşên girseyî yên bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî li her aliyê Kurdistanê û Ewrûpayê ji bîr bikin; bi ser de jî her ku diçû asta çalakiyan bilindtir dibû û bangên azadiya Ocalan zêdetir dibûn, lewma di nav vê rewşa heyî de dewleta Tirk neçar bû ku rê bide ku agahî ji Ocalan were girtin û bi boneya cejna qurbanê birayê wî Mehmed Ocalan çû û hevdîtin pêk hat. Piştre jî,  piştî 18 mehan careke din azadîxwazan agahî ji rêberê xwe wergirt.


Wateya vê tecrûbeyê çi ye?

“Bê Serok Jiyan Nabe”, ev yek ji wan dûrişmeyan e ku gel di çarçoveya van çalakiyên xwe de digot, û di rastiyê de jî vê yekê pêk tîne, roj bi roj nêzî rêberê xwe dibe û ji bo azadiya wî her tiştê xwe feda dike, wekî ku rêberê gelên Kurdistanê ji bo azadiya wî her tiştê xwe feda kir, ev jî peywendiya di navbera Ocalan û Gel de nîşan dide ku wek neynûk û goşt bi hev girêdayî ne û çarenûsa wan yek e. Encamek din a ku mirov ji vê tecrûbeyê derdixe ew e ku tiştek li pêşiya berxwedana gel nikare xwe bigire û çalakiyên van rojên dawî careke din ev yek teqez kir, lê dîsa jî ev ne dawî ye. Lewma çalakvanên Strasbourgê, Amed û her çalakvanê di vê dozê de dewama tekoşîn û çalakiyên xwe nîşan dan û dîsa gotin, “heta azadiya rêberê xwe, têkoşîna me wê dewam bike.”


Hoşeng Hesen