Navenda Jivana Jinan UTAMARA 15’ê Hezîranê ji bo zarokan şahiyekê li dar dixe. Şahiya Zarokan a Keskesorê ku her sal tê lidarxistin, îsal jî bi dirûşma ‘’Xeyalên me qirêj nekin’’ wê pêk were.

Navenda Jivana Jinan UTAMARA ku xizmeta hiqûqî û psîkolojîk li Elmanya ji bo jinan dike, havînan jî ji bo jin, zarok û ciwanan kampên perwerde û aktiviteyên civakî çêdike.Gelek sazî û dezgeh jî destekê didin şahiya zarokan. Her wiha ji ber ku dibistan têne girtin, 19-21’ê Tîrmehê jî wê Kampa Zarokan were lidarxistin. Di navbeyna 26’ê Tîrmehê û 2’yê Tebaxê de jî wê Kampa Dayik û Zarokan were organîzekirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN